'Bi saya fikirê rêber Ocalan me azadiya jinê nas kir'

Jinên kantona Şehbayê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku bi fikir û felsfeya rêber Ocalan wan wateya rasteqîn a azadiya jinê û rêvebirina civakê nas kirin.

'Bi saya fikirê rêber Ocalan me azadiya jinê nas kir'
19 kanûn, 2021   02:45
ŞEHBA

Dewletên hegemon hewl didin rê li ber belavbûna fikirê azad ê rêber Abdullah Ocalan bigirin û bi vê yekê vîna gel û jinan bi taybet bişkînin.

Rêber Abdullah Ocalan 15'ê Sibata 1999'an bi komployeke navneteweyî hate girtin û di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye. Desthilata Tirk qedexeya hevdîtina parêzeran 6 mehan û ya malbatê 3 mehên din dirêj kir.

'RÊBERTÎ BI FIKIR AZAD E, EM HÊZA XWE JI FIKIRÊ WÎ DIGIRIN'

 Têkildarî mijarê, endama rêveber a Meclisa Jinên Azad a kantona Şehbayê Necah El-Hisên destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan ji ber fikirê wî bandor li planên modernîtey kapîtalîst dikir, pêk hat. Necah El-Hisên wiha got: "Di ser komploya ku dewletên kapîtalîs ên dîktator li dijî rêberê neteweyî Abdullah Ocalan pêk aniye re 23 derbas bûn. Ew komplo ji bo gel ji wî bi dûr bixin pêk hat. Ji ber ku gel xwe spartiye fikir û felsefeya wî ku azadî û rûmetê bi dest bixe."

Necah El-Hisên tecrîda li dijî rêbertî şermezar kir û wiha domand: "Cezayên li dijî rêbertî hatine birîn qanûnên navneteweyî derbas kirine. Ji ber ku desthilatên Tirkiyê qedexeya hevdîtina mehan parêzerên rêbertî 6 mehan û ya malbatê 3 mehan dirêj kir."

Necah El-Hisên da zanîn ku qutkirina têkiliyan di navbera rêber Ocalan û gelê wî de israra wan lawaz nake û ev tişt got: "Rêbertî bi fikirê xwe azad e û em hêza xwe ji fikirê wî digirin. Ji ber pransîbên ku di Îmraliyê de têkildarî projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk anîne serkeftine mezin qezenc kir û ev yek jî ne li gorî dewletên hegemon in."

Li aliyekî din jî endama Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê Hîbe El-Sînî bal kişand ser nêrîna ji jinan re û rola wê di guhartinê de digle pêkanîna fikirên rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "Zihniyeta mêrdestiyê adat û kevneşopî li ser me ferz kirine ku jin tenê bermalî ye û nabe nêrîna xwe bide."

Hîbe El-Sînî wiha anî ziman: "Piştî min fikirê rêbertî nas kir mîn êdî rola jinê di civakê de û mafên wê yên hevserokatiyê, pêşkêşkirina nêrîna xwe, her wiha wekheviya di navbera mêr û jinan de heta di eniyên şer de nas kir."

‛TECRÎDIKIRINA MIROV JI CIVAKÊ SÛCEK E’

Endama Komîteya Karûbarên Civakî ya Meclisa Navçeya Fafînê Mecdolîn Şêxo li ser girîngiya rola jinan di civakê de axivî û wiha got: "Jin nîvê civakê û bingeha wê ye. Ji ber girîngiya rola wê di tevahî aliyan de û rêber Apo ev yek piştrast kir."

Mecdolîn Şêxo kêfxweşiya xwe ji beşdariya jinên Kurd û Ereb bi hev re di xebatê de anî ziman û wiha pê de çû: "Jinên Ereb û Kurd bi hev re dixebitin, armanca wan yek e û ew jî azadiya fîzîkî ya rêbertî ye."

Mecdolîn Şêxo tecrîda li dijî rêbertî şermezar kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Girtîngtirîn mafên mirovan azadî ye û hovanetirîn sûcên li dijî mirovan tê meşandin tecrîdkirina ji civakê ye."

(fr)

ANHA