Li dijî êrişên li ser Şengalê bangên çalakiyan hate kirin

Endamekî PYD û endameke rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê gotin, armanc ji êrişên dawîn ên li dijî Şengalê qirkirina êzidiyan e. Her wiha bang li gel kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî dakevin qadan.

Li dijî êrişên li ser Şengalê bangên çalakiyan hate kirin
18 kanûn, 2021   00:41
HELEB-SOZDAR WEQAS

11`ê vê mehê balafireke dewleta Tirk a dagirker navenda Meclisa Gel a Navçeya Xanesorê ya Şengalê kir hedef. Di encamê de zirarên madî gihaşt navendê. Beriya wê bi sê rojan jî erebeya hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel bomebebaran kir. Di encamê de Bedel şehîd bû û du zarokên wî birîndar bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Helebê Bedran Hemo êriş şermezar kir û got, dewleta Tirk a dagirker careke din hovîtiya xwe li dijî êzidiyan nîşan da.

Bedran Hemo wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker ji berê ve dijminahiya kurdan dike. Bûyerên li Xanesorê û Şengalê bi giştî rû dane vê yekê isbat dikin. Ev êriş berdewama fermanên berê û komkujiyên sala 2014`an e ku çeteyên DAIŞ`ê li dijî êzidiyan pêk anîn. Helbet em dikarin bêjin ku armancên stratejîk ên van êrişan hene ku dewleta Tirk siyaseta qirkirina êzidiyan dimeşîne ji ber ku êzidî li Rojhilata Navîn gelê herî qedîm e.”

Hemo diyar kir ku êzidî bi piştgiriya Tevgera Rizgariya Kurdistanê careke din li ser pêya sekinî û xwe birêxistin kir, ji bo parastina çand û ola xwe meclisên xwe birêxistin kirin û rêveberiya xwe ya xweser ragihand.

Hemo wiha pê de çû: “Gel ji nû ve li ser pêya sekinî, ji ber wê dewleta Tirk a dagirker saziyên gel û kesayetên welatparêz û nexweşxane dike hedef.”

Girêdayî êrişa li ser avahiya Meclisa Gel a  Xanesorê Bedran Hemo got: “Meclis; meclisa gel e û mecliseke sivîl e. Meclisek ji bo çareserkirina nakokiyên gel e û vîna gel rave dike. Dewleta Tirk jî ji vê yekê aciz e û naxwaze gel xwe bi xwe birêve bibe ji ber wê hewl dide Şengalê ji şêniyên wê vala bike û vîna êzidiyan têk bibin. Lê gelek şerm e ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê sînorên xwe li pêşiya qirkirina gelên xwe veke.”

Her wiha Bedran Hemo diyar kir ku dewleta Tirk di çarçoveya vejandina Mîsaqê Millî de êrişî herêmê dike û wiha domand: “Ev yek ji avakirina bi dehan baregehan li Başûrê Kurdistanê û firehkirina hegemoya xwe diyar dibe. Lê bi saya hêza gel û gerîla, planên wê li Şengal, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Kurdistanê têk diçin. Ji ber wê careke din piştevaniyê ji DAIŞ`ê digire.”

Derbarê bêdengiya navneteweyî de Bedran Hemo got: “Êrişên bi balafirên şer li pêşiya çavên koalîsyona navneteweyî, hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê û rêxistinên ku banga mafên mirovan û demokratiyê dikin, pêk tên. Xuyaye ku ew ji vê yekê razî ne.”

Di dawiyê de Bedran Hemo bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku dakevin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî şermezar bikin.

'JI BER BINKEFTINA XWE YA ABORÎ Û SIYASÎ HER TIM ÊRIŞ DIKE'

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Roşan Mihemed têkildarî mijarê got: “Gelê Kurd gelekî berxwedêr e. Ruxmî êrişan lê li hember hemû zehmetiyan li ber xwe dide.”

Roşan Mihemed destnîşan kir ku hedefgirtina kesayetên welatparêz û siyasetmedar ên Şengalê, nîşaneya zaîfbûna dewleta Tirk e û ev yek li gotina xwe zêde kir: “Ev zaîfbûn ji ber aloziya aborî û siyasî ya li Tirkiyê ye. Şehîdxistina Merwan Bedel, Şukrî Serhad û gelek kesayetên din di çarçoveya binxistina berxwedana gelê Kurd û êzidî bi taybet de pêk hatin.”

Roşan Mihemed gotinên xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker sivîlan û gelê êzidî yê berxwedêr topbaran dike ku li dijî DAIŞ`ê li ber xwe da û gelek fedekarî da. Lê gelek şerm e ku hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê li hember van êrişan bêdeng bin.”

Roşan Mihemed bang li civata navneteweyî kir ku hemberî van êrişan û şehîdxistinan helwestekê nîşan bibin û got: “Em ê her tim şopdarên rêya şehîdan bin, em ê li rex wan bin û amade ne piştgiriya wan bikin.”

(şx)

ANHA