YPG’ê şehadeta 2 şervanan ragihand

YPG’ê da zanîn ku şervanê wan Roj Şengal di operasyoneke li herêma Dêrazorê ya li hember DAIŞ’ê de û Şervan Şedadê jî li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de şehîd bûne û ji malbatên şehîdan û gel re sersaxiyê xwest.

YPG’ê şehadeta 2 şervanan ragihand
18 kanûn, 2021   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku 2 şervanên wan şehîd bûne. YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Têkoşîna şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro berxwedana xwe ya dîrokî ku li hember her cure paşverûtî û dagirkeriyê dimeşîne, bi awayekî bêhempa berdewam dike. Nirxên me yên esasî ku hişt ev şoreş bi pêş bikeve û bigihêje vê astê, şehîdên me ne û em di şexsê şehîd Roj û şehîd Şervan de tevahî şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Îro têkoşîna me di destpêkê de li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê, bi awayekî biheybet berdewam dike. Gelê me îro ji her demê zêdetir li derdora vê têkoşînê kom bûye û xwedî li şehîdên xwe derdikeve.

Hevrêyê me Roj ku di vê têkoşînê de bi awayekî çalak cîh digirt, di operasyona li herêma Dêrazorê ya li hember DAIŞ’ê de di pêvçûnê de gihaşt asta şehadetê. Hevrêyê me Şervan jî, li Hesekê di encama qezaya perwerdeyê de gihaşt şehadetê.

Em di şexsê şehîd Roj û şehîd Şervan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

 

Nasnav: Roj Şengal
Nav û paşnav: Seyf Ibo
Navê dayikê: Fehîme
Navê bav: Mihemed Xelef
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor – Dişîşa, 16 Kanûn 2021

 

Nasnav: Şervan Şedadê
Nav û paşnav: Efram Qasim Sevmê
Navê dayikê: Tiyadora
Navê bav: Qasim
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 9 Kanûn 2021