Rojnameyên erebî: Rûsyayê agahiyên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê eşkere kirin

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê, rewşa Lîbyayê û Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsyayê agahiyên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê eşkere kirin
Rojnameyên erebî: Rûsyayê agahiyên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê eşkere kirin
Rojnameyên erebî: Rûsyayê agahiyên têkildarî êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê eşkere kirin
18 kanûn, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MOSKOV: ÎSRAÎLÊ DERDORA BALAFIRGEHA ŞAMÊ TOPBARAN KIR’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Rûsyayê duh hûrgiliyên êrişên Îsraîlê yên li dijî balafirgeha navneteweyî ya Şamê eşkere kirin.

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li baregeha Himêmîm ragihand ku pergala parastinê ya Sûriyê yên pergala Pantsir-S ên rûsî bi kar tîne, ji 8 moşekên Îsraîlê ku pê balafirgeha navneteweyî ya Şamê kiribûn hedef, 7 moşek bê bandor kirine.

SANA`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku Îsraîlê ji Colanê ve bi moşekan herêma başûr kiriye hedef. Lê pergala parastinê ya Sûriyê piraniya wan moşekan bê bandor kirin. Di encamê de leşkerek hat kuştin û zirarên madî çêbûn.”

‘GELO HEFTER HEWLDANA SEYFULÎSLAM QEDAFÎ YA KONTROLKIRINA BAŞÛR TÊK BIR?’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Nakokiya leşkerî ya ku li paytexta herêma Fezan, Sebha ya başûrê Lîbyayê ku piştî veqetîna fermandarekî leşkerî ji artêşa Lîbyayê çêbûye, gelek pirs bi xwe re anîn.

Aliyên siyasî yên Lîbyayê nakokiya leşkerî bi derketina Seyfulîslam Qedafî ji qada siyasî re li başûrê welatê ve girê dan. Her wiha diyar kirin ku Rûsyayê soz daye fermandarê Lîwaya 116’an Mesûd El-Cedî ku piştgiriya wî bike bi şertê ku ji bo Qedafî kar bike.

Gelek aliyên siyasî diyar kir ku Rûsya armanc dike ku herêma naverasta Lîbyayê û heta başûrê wê kontrol bike, bi taybet li gel ku gelek agahî hene ku nakokî di navbera Moskov û fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfa Heftar de hene ku pişta xwe daye Fransayê.

Gerînendeyê navenda perspektîfên manewî ya artêşa Lîbyayê Xalid Mehcûb piştrast kir ku ji bo bidawîkirina nakokiyên li Sebhayê lihevkirinek pêk hatiye.”

‘LUBNAN LI BENDA BIDAWÎBÛNA ŞERÊN SIYASÎ YE’

Girêdayî kar û barên Lubnanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Lubnanî li bendê ne ku şerên siyasî bi dawî bibin. Bi taybet di navbera El-Ehid û şepêla wê û Hizbullah û tevgera Emel de.

Lihevkirineke giştî heye ku divê rêbazên ji nû ve meşandina kar û barên dewletê werin dîtin. Ji ber ku pergala siyasî, astengiyê û wêraniyê çêdike da ku demeke dirêjtir li ser desthildatê bimîne. Ji bo berdewama Meclisa Nûneran, hewl dide hilbijartinên parlamentoyê li dar nekevin. Li aliyekî din serokkomarê Lubnanê Mîşel Ewn wîleyata xwe ya qediyayî dê heta 31`ê Cotmeha bê dirêj bike.”

(şx)