PYD'ê ji ber lehiya li Başûrê Kurdistanê peyama sersaxiyê da

Meclisa Giştî ya PYD'ê bi peyamekê sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya li Hewlêrê re xwest û piştgiriya xwe bi gelê Başûrê Kurdistanê re nîşan da.

PYD'ê ji ber lehiya li Başûrê Kurdistanê peyama sersaxiyê da
17 kanûn, 2021   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji ber lehiya li herêmên Başûrê Kurdistanê ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da, peyameke piştgirtî û sersaxiyê ji gelê Başûr re sand.

Peymana PYD'ê wiha ye: "

Ji bo gelê me yê Başûrê Kurdistanê, ji ber nûçeyên lehiyê yên ku li herêmên tijî şênî ku di encamê de windahiyên canî û madî çêbûn, em xemgîn in.

Em di Meclisa Giştî ya PYD'ê de û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êşê bi we re parve dikin, ji we re, ji malbatên qurbaniyan û gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û tevahî piştgiriya xwe bi we nîşan didin. Em bi hêza we bawer in ku dikarin vê karesetê derbas bikin. Her wiha ji xweda dixwazin ku xwişk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê, tevahî gelê Kurd û gelên cîhanê ji ziyanan dûr bixe."

ANHA