Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû

Konferansa duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi avakirina meclisa nû ya tevgerê bi dawî bû.

Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
Konferansa Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê bi dawî bû
17 kanûn, 2021   17:17
ŞEHBA

Konferansa duyemîn a Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê vê sibehê bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanên Apoyî, em ê şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixin û şoreşa çandî misoger bikin" li hola Mîtan a navçeya Ehdas a Şehbayê dest pê kir.

Di konferansê de cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî nirxand.

Endamê rêveber ê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Herêma Efrînê Xandî Elo rapora xebatên tevgerê yên du salan ên li tevahî dibistanên herêmê û çalakiyên wan xwend.

Paşê sinevîzyonek li ser berxwedana gerîla û rola ciwanan di berxwedanê de hate pêşandan.

Beşdaran têkildarî rewşa rêxistinî  ya salên borî û astengiyan nêrînên xwe parve kirin.

Endama tevgerê Hura Nasan rêzikanemaya tevgerê xwend. Endamê dîwana konferansê Ehmed Kor Miso biryarên konferansê xwend û deriyê nîqaşê hate vekirin.

Konferansa bi hilbijartinên endamên Meclisa Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dawî bûn, ku ji her dibistanekê re du rêveber hatin hilbijartin. Xandî Elo û Ranya Weys wekî hevserokên meclisa tevgerê hatin hilbijartin.

Konferans bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA