Foza Yûsif banga geşkirina çandiniyê kir

Foza Yûsif di civîna salane ye Meclisa Kantona Qamişloyê de banga piştgiriya sektora çandiniyê kir da ku xwe ji krîza aborî ya li Sûriyê rizgar bike û diyar kir ku sîstema cîhanê ya heyî nikare çareseriyan ji pirsgirêkên heyî yên li herêmê û cîhanê re peyda bike.

Foza Yûsif banga geşkirina çandiniyê kir
17 kanûn, 2021   12:46
QAMIŞLO

Civîna salane ya Meclisa Kantona Qamişloyê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin. Di civînê de 200 endamên meclisên kanton, navçe, herêm û bajarokan tevî nûnerên Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê amade bûn.

Di civînê de rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin, rapora salekê hate xwendin û bernameya xebatê ya sala 2022’yan hate çêkirin.

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di civînê de bal kişand ser krîza li Rojhilata Navîn, ji ber nebûna îradeya gel û desthilatdariya rejîmên serdest, ku ji ber nebûna sîstemeke civakî ya demokratîk pirsgirêkên aborî û siyasî kûrtir û dubare dibin.

Foza Yûsif wiha axivî: "Hîna jî destwerdanên navneteweyî li Rojhilata Navîn hene û vê destwerdanê bêîstîqrarî bi xwe re anî. Rewşa nearam a Lubnanê, krîza Lîbyayê, rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinan, krîza Sûriyê, destwerdana Tirkiyê û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû yek in û diyar dikin ku sîstemên navneteweyî nikarin doz û pirsgirêkên gelan çareser bikin."

Foza Yûsif destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser alternatîfa rejîmên serdest e, lê hêzên paşverû yên ku baweriya wan bi gel nayê, vê projeyê ji bo xwe wek xetere dibînin.

Her wiha Foza Yûsif li ser krîza aborî ya Sûriyê û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derdikeve holê, axivî û got: "Em bi krîzeke aborî rê rû bi bû ne, lê heke em tiştan bi rêk û pêk bi rê ve bibin, em ê bi kêmtir ziyanan vê krîzê derbas bikin. Ji ber vê yekê divê em giraniyê bidin ser çandiniyê, ji ber ku ew stûna sereke ya îstîqrara aboriya herêmê ye."

Foza Yûsif wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em xwe rexne bikin, ji ber ku em baş li ser aliyê çandiniyê nesekinîn, lê divê sala 2022'yan bibe sala xurtkirina çandiniyê."         

(dx)

ANHA