Li Efrînê welatiyekî din ji ber îşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Mihemed Ednan Mele Elî yê ji navçeya Racoyê, 3 salan di girtîgeha Raî ya artêşa Tirk û çeteyên wê de hate girtin. Mele Elî ji ber îşkenceyê nexweş ket û duh jiyana xwe ji dest da.

Li Efrînê welatiyekî din ji ber îşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da
17 kanûn, 2021   12:16
HELEB-MIHEMED EBDO

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an kantona Efrînê dagir kir, sûcên dermirovî li herêmê pêk anîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Ednan Mele Elî (27) ê ji navçeya Raco ya Efrînê, ji van sûcan nefilitî û beriya 3 salan ji aliyê çeteyan wê ve hate revandin.

Li gorî çavkaniyan piştî rewşa tenduristiyê ya Mihemed Ednan Mele Elî xerab bû, çeteyan beriya çend mehan ew serbest berda. Piştî Mele Elî vegeriya malê, derket holê ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Çavkaniyan ragihand ku malbatê kurê xwe Mihemed Mele Elî şandiye Tirkiyê da ku were dermankirin, lê ruxmî ku nexweşxaneyên Tirkiyê birîndarên çeteyên DAIŞ`ê derman dikin, têkildarî wî îdia kir ku bê nasname ye û di encamê de Mele Elî derman nekir.

Mihemed Ednan Mele Elî duh bi şev ji ber bandora îşkenceya di girtîgehê de, wefat kir.

(eh)

ANHA