​​​​​​​Cebhet El-Ekrad: Em ê heta rizgarkirina hemû herêman berxwedanê bidomînin

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad destnîşan kir ku ew ê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî yên Sûriyê ji dewleta Tirk, tê bikoşin û bang li civata navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bîne.

​​​​​​​Cebhet El-Ekrad: Em ê heta rizgarkirina hemû herêman berxwedanê bidomînin
17 kanûn, 2021   13:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad bi daxuyaniyekê îşaret bi sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî kir.

Fermandariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li herêmên bakurê Sûriyê ku komên çeteyên artêşa Tirk dagir kirine, bê îstiqrarî heye, li gelek herêman jî ji ber şerê di navbera van koman de rewş guheriye.

Fermandariyê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku ji destpêka dagirkirinê ve sûc pêk tên û ewlehî têk diçe, rojane teqîn û bûyerên din pêk tên, ji lew re bajar wêran bûne û gel dibe qurbanî û armanc ji van sûcan jî ew e ku xêr û bêra welêt desteser bikin, bacan ferz bikin û fidyeyan bistînin.

Fermandariyê da zanîn ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi dagirkirina bajarên Efrîn, Bab, Şehba, Ezaz, Idlib û Carablus û koçberkirina niştecihên wê sînordar nema, bi rêya saziyên xwe avahiyên mêtingeriyê ava kirin, zimanê tirkî ferz kir û li ser avahiyan ala Tirk daçikand.

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad di daxuyaniyê de piştrast kir ku ev sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne û wiha dewam kir: "Em hişyariya li ser xetereya berdewamkirina nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li tevahiya bajar û herêmên Sûriyê yên dagirkirî didin, ji ber ku dewleta Tirk piştgiriya komên terorîst dike û herêmê bike maka terorê."

Fermandariyê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê û hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe ya qanûnî, exlaqî û mirovî rabin û li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rola xwe rabin, her wiha dawî li dagirkeriyê bînin û garantiya vegereke ewle ji sivîlan re misoger bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de fermandariyê soz da şêniyên bajar û herêmên dagirkirî ku ew ê heta rizgarkirina tevahiya xaka dagirkirî, li ber xwe bidin û têkoşînê bidomînin.

(eh)