Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriyê dan

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin biçin hevdîtinê serlêdan kirin.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriyê dan
17 kanûn, 2021   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Abdullah Ocalan û wasîsê Wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgehê dan. Hate xwestin ku malbat duşemê hevdîtinê bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û wir ve ku bi komployeke navnetewî hêsîr hate girtin, li Girtîgeha Imraliyê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Tîpa F'yê tecrîda giran li ser hatiye danîn.