Çalakvanên li Sêmalkayê: Hûn çi bikin jî em serî natewînin

Çalakiya li Sêmalkayê 74 roj li dû xwe hiştin. Îro endamên meclisa Til Temirê û Kongra Star çalakî dewr girt. Çalakvanan peyamek da PDK'ê û got "Hûn çi bikin jî em serî natewînin, em ê cenazeyên xwe wergirin."  

Çalakvanên li Sêmalkayê: Hûn çi bikin jî em serî natewînin
Çalakvanên li Sêmalkayê: Hûn çi bikin jî em serî natewînin
Çalakvanên li Sêmalkayê: Hûn çi bikin jî em serî natewînin
Çalakvanên li Sêmalkayê: Hûn çi bikin jî em serî natewînin
17 kanûn, 2021   11:39
QAMIŞLO

Çalakiya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi destê hêzên PDK'ê hatine şehîdkirin, li deriyê sînor ê Sêmalkayê tevî baran û sermayê jî dewam dike.

Çapemeniya PDK'ê hewl dide nîşan bide ku çalakî bi darê zorê tê kirin lê israra çalakvanan a berxwedanê li gel şert û mercên zivistanê jî vê îdiaya PDK'ê pûç dike.

Koma Dirbesiyê îro çalakî dewrî koma Til Temirê kir ku rojane rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker tê.

Endamên meclisa navçeya Til Temirê û Kongra Star ji aliyê koma Dirbêsiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê koma Til Temirê endama Kongra Star a Til Temirê Semer Xelîl daxuyanî da. Semer Xelîl got: "Em cenazeyên xwe dixwazin. Ew Pêşxaburê digirin û hewl didin zerarê bidin me. Tekane daxwaza me cenazeyên şehîdên me ne. Ew çi bikin jî em serî natewînin û em ê daxwazên xwe bi israr bidomînin."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû û piştî daxuyaniyê koma nû çalaki dewr girt.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê di 5'ê Cotmehê de ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayan çalakî dabû destpêkirin. Çalakî di roja 74’an de bi tevlêbûna girseyî û serdanên piştgiriyê didome.

PDK’ê heta niha ji bo daxwazên çalakvanan tu helwesteke mirovî nîşan nedaye û di duh deriyê sînor ê Pêşxabûrê jî girt û careke din xeta xwe ya xiyanetê nîşanî raya giştî da.

ANHA