Yekitiya Nivîskarên Kurd kongreya xwe li dar xist

Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê, kongreya xwe ya 5`emîn bi dirûşma “Nivîskarî berpirsyarî ye” li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Yekitiya Nivîskarên Kurd kongreya xwe li dar xist
17 kanûn, 2021   10:59
QAMIŞLO

Di kongreyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) partiyên siyasî û gelek rewşenbîr amade bûn.

Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê (Y.N.K.S) Qadir Egîd di kongreyê de axivî û diyar kir ku wan di sala derbasbûyî de hewl da rewşenbîriya kurdî geş bikin. Egîd got: “Me di sala derbasbûyî de yekitiya xwe mezintir û berfirehtir kir, endamên me ji 35 kesî bûn 60 endam.”

Piştre serokê HRRK’ê Welîd Bekir axivî û diyar kir ku wan bi Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê re gelek çalakiyên hevbeş di sala derbasbûyî de li dar xistin û wiha got: “Em bi hêvî ne di nava vê kongreyê de plansazî ji bo avakirina sîwaneke ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re bê avakirin û rewşenbîr bikarin nasnameya kurdî biparêzin.”

Welîd Bekir da zanîn ku li gorî berhemên hatine pêşkêşkirin, hîn jî ew di asteke lawaz de mane û wiha dom kir: “Divê ev yek bê çareserkirin, divê rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê helwestên xwe bikin yek.”

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî jî da xuyakirin ku divê ew beriya her tiştî ji bîr nekin ku ew bi saya keda şehîdan bi aramî dijîn û got: “Bila xewnên we di asta xewnên gelê Kurd de bin.”

Paşê sînevîzyonek der barê kar û xebatên Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê de hat pêşandan. Dê li ser rêzikname û rapora salane ya yekitiyê nîqaş bên kirin û dê 3 nivîskar ji bo meclisa serokatiyê werin hilbijartin.

(sb)

ANHA