​​​​​​​Êzidiyên li Helebê li ser gorên şehîdan cejna Êzî pîroz kir

Bi boneya cejna Êzî bi dehan êzidiyan vê sibehê berê xwe da Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cejna Êzî pîroz kir.

​​​​​​​Êzidiyên li Helebê li ser gorên şehîdan cejna Êzî pîroz kir
17 kanûn, 2021   10:21
HELEB-MIHEMED EBDO

Bi wesîleya ceja Êzî li Helebê bi dehan êzidiyan berê xwe da goristana şehîdan. Li wir ji bo rêzgirtina ji şehîdan re deqeyekê sekinîn, piştre ciwanê êzidî Îvan Berekat qewlên olî gotin.

Endama Mala Êzidiyan Roşîn Mûsa axivî û ev bone li tevahiya êzidiyên li cîhanê pîroz kir. Roşîn Mûsa îşaret pê kir ku şehîdan bi armanca rizgarkirina gelê êzidî canê xwe feda kir û wiha dewam kir: "Di şexsê şehîd Mam Zekî Şengalî, Merwan Bedel û Rûken de em şehîdên azadiyê yên ku ji bo me canê xwe feda kir, bi bîr tînin."

Roşîn Mûsa destnîşan kir ku êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi armanca derbekirina destkeftiyan e û got: "Cîhan tev de dizane dewleta Tirk a dagirker destekê dide DAIŞ`ê û hevalbendên wê, li ser vê yekê em dibêjin ji erka cîhanê ye ku bersiva terora Tirk bide û li ser sûcên pêk tîne, hesab jê bixwaze."

Endama Mala Êzidiyan a Helebê Roşîn Mûsa di dawiyê de soza parastina Şengal û gelê wê ji êriş û sûcên dewleta Tirk da.

Di dawiyê de beşdaran gul li ser gorên şehîdan danîn.

(eh)

ANHA