Elî Baqirî: Dan û standinên nukleerî dê çend rojan rawestin

Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê û sermuzakerevan Elî Baqirî got hevdîtinên ji bo nûkirina rêkeftina nukleerî dê heta çend rojan rawestin.

Elî Baqirî: Dan û standinên nukleerî dê çend rojan rawestin
17 kanûn, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê, Elî Baqirî got dan û standinên nûkirina rêkeftina nukleerî dê roja înê li Viyanayê pêk werin.

Ev gera heftemîn a dan û standinan e ku di navbera Îran û Amerîkayê de bi awayekî neyekser, ji bo vegerandina rêkeftinê pêk tên.

Baqirî li ser Twitterê got ew roja pêncşemê bi dîrektorê siyasî yê Yekitiya Ewropayê (YE) Enrique Mora û şandeyên din re ji bo nirxandina rewşê hevdîtin pêk aniye. Baqirî got: "Me di vê hefteyê de pêşketineke baş bi dest xist. Em ê îro komîteyeke hevbeş ava bikin û piştî çend rojan gotûbêjan berdewam bikin."

Dîplomatekî got tê payîn ku dan û standin di 27'ê Kanûnê de ji nû ve dest pê bikin.

Li gorî rêkeftinê, Îranê ji bo sivikkirina cezayên aborî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), YE û Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê, bernameya xwe ya nukleerî sînordar kir.

Serokê berê yê DYA’yê Donald Trump di sala 2018'an de ji peymanê vekişiyabû û Tehranê ev yek ji xwe re kiribû hincet û di sala 2019'an de dest bi binpêkirina qedexeyên nukleerî kir.

(dx)