​​​​​​​Rojnameyên erebî: Zivistan azarên welatiyên Sûriyê girantir dike

Welatiyên Sûriyê ji ber krîza aborî, bi taybet bi hatina zivistanê re zehmetiyan dikişînin. Çavdêrên Tirkiyê jî di wê bawariyê de ne ku krîza lîreyê Tirk veguhere xwepêşandanên berfireh di bin navê "Şoreşa Nan" de.   

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Zivistan azarên welatiyên Sûriyê girantir dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Zivistan azarên welatiyên Sûriyê girantir dike
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Zivistan azarên welatiyên Sûriyê girantir dike
17 kanûn, 2021   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê û têkçûna lîreyê Tirk, her wiha geşedanên li Lîbyayê kir.

‘LI SÛRIYÊ KIRÎNA SOBEYEKÊ BÛYE XEWN’

Rojnameya El-Beyan der barê rojeva Sûriyê de wiha nivîsand: "Sûriye di saleke awarte û dijwar re derbas dibe. Rewşa aborî ya têkçûyî, ji ber bilindbûna nirxê dolar li hember lîreyê Sûriyê û zehmetiya rewşa aborî, jiyan dijwartir kiriye.

Welatiyên Sûriyê bi aloziyeke mezin re rû bi rû ne, şênî nikarin ji bo parastina ji sermaya zivistanê sobeyekê bikirin. Yên ku bikarin sobeyekê peyda bikin jî, nikarin sotemeniyê peyda bikin, heta êzingan nikarin peyda bikin.             

Buhayên sobeyan li Şamê ji destpêka zivistanê ve bilind dibe, welatiyên Sûriyê nikarin bi dest bixin, ji ber kêmbûna mûçeyên ku ew werdigirin. Ev yek jî krîzên civakî û aborî li welat girantir dike.

Hin welatî ji bo xwegermkirinê sobeyên ku li ser zeyta şewitî ya erebeyan peyda dikin û buhayê wan jî diguhere, ji ber ku ji hev cuda tên çêkirin.

Ebû Hemze Mûxlis El-Dûmanî ku ji Şamê ye, wiha dibêje: "Her sal di zivistanê de em kirîna sobeyê taloq dikin heta zivistana bê da ku rewş baş bibe, lê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Em hewl didin ku sobeyên ku bi çopê dixebitin, peyda bikin." Rastiya jiyana Ebû Hemze rastiya bi milyonan welatiyên Sûriyê ye. Karesat her ku diçe zêdetir dibe, di heman demê de welatiyê Sûriyê vê zivistanê wek zivistana herî xirab bi nav dikin.”

‘LÎREYÊ TIRK DADIKEVE ASTA HERÎ JÊR, TIRKIYE LI BENDA ‘ŞOREŞA NAN’ E’

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Lîreyê Tirk daket asta herî nizm, dolarekê 15 lîre derbas kiriye ku ev yek ji ber bernameya nû ya aborî ya xeternak e ku ji hêla serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve tê meşandin.

Ev yek di demekê de ye ku welat bi krîza giran a nan re rû bi rû ye, buhayê nan di mehekê cara sêyemîn e bilind bûye û dibe ku bandora vê krîzê berfirehtir bibe û asta hejariyê li welat zêde bike.

Êdî bandora aboriyê ne li gorî xwezaya bazarê ye, zextê li Tirkan dike û ev yek ji dorên li pêşiya dikanên firotina nan ên li Stenbolê diyar dibe.

Nan li ser sifreya Tirkan madeyeke sereke ye, ji lew re hikumetê destwerdan kir û zext li firinan kir ku nanê spî bi nirxekî kêmî lêçûnê bifiroşe û hemû firoşgeh neçar kirin ku bi heman buhayî bifiroşin. Lê hin firin ji ber lêçûnên zêde êdî naxebitin.

Têkildarî mijarê çavdêrên rewşa Tirkiyê dişopînin, dibêjin ger desthilat vê rewşê çareser neke û nan bi nirxekî guncaw li bazarê neyê peydakirin, dibe ku ev alozî bi navê "Şoreşa Nan" veguhere xwepêşandanan.”

‘RAGEŞIYA LI TERABLUSÊ JI BO HILBIJARTINAN GEF E’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Li paytexta Lîbyayê Terablusê piştî komên çekdar navendên desthilata demkî ya li welêt kontrol kir, geşedanên nû çêbûn.

Lê piştî hêzên leşkerî hatin belavkirin, duh aramî serwer bû û liv û tevgera komên çekdar li paytextê ne wekî berê bû. Têkildarî mijarê serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û serokê hikumeta Yekitiya Nîştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe li hemberî van geşedanan bê deng man.

Li nêzî Wezareta Parastinê ya li paytextê hebûna komên çekdar diyar dibe, di heman demê de navenda serokatiya hikumetê jî hate dorpêçkirin û çend komên çekdar rêyên navendên hikumetê û Meclisa Serokatiyê ya li Terablusê kontrol kirin.

Selah Badî pêr piştî çend saetan ji serdana şêwirmenda sekreterê giştî yê NY`yê Stephanie Williams a li bajarê Misratayê, li ser rewşa Lîbyayê got: "Ji vê saetê ve dê guhartin çêbin, em ê biryarê bidin. Ji ber ku em ne ew kes in ku daxuyaniyekê bidin û li mala xwe razên. Me Ii ser biryareke basît li hev kiriye ku ew ê rewşê serobin bike."

(dx-eh)