YPG’ê 4 sîxurên dewleta Tirk girtin

YPG’ê daxuyand ku di encama operasyonên hêzên wan ên taybet de 4 sîxurên dewleta Tirk a dagirker hatine girtin û diyar kir ku sîxurên girtî der barê nuqteyên leşkerî û fermandaran de agahî berhev dikirin.

YPG’ê 4 sîxurên dewleta Tirk girtin
17 kanûn, 2021   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

YPG’ê ddestnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di her firsendekê de êrişî şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Suriyê dike û dixwaze bi rêya îstixbaratê encamê bigire û wiha da zanîn: “Di vê çarçoveyê de, tîmek îstixbaratê ku ji 4 kesan pêk tê (Xeder Mihemed El-Ezzo, Mahmud Mohamed El-Ezzo, Ehmed Husên Cerceb, Eymen Mihemed El-Nasir) ji bo ku der heqê nuqteyên leşkerî û fermandaran de agahiyan kom bikin û gelek fealiyetên cuda bikin, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye erkdarkirin.

Ev kom meha Mijdarê di encama operasyoneke taybet de ku ji aliye Tîmên Operasyonên Leşkerî û Yekîneyên Antîterorê ve hat lidarxistin, hat girtin. Bi vê operasyonê pêşî li êrişên ku vê komê dixwest li hember gelê me bike, hat girtin.”

Her wiha di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku kesên hatin girtin, li xwe mikur hatine ku amadekariyên êrişan kirine û agahiyên îstixbarî kom kirine.