Çalakvanên li Sêmalkayê: Em li vir in

Çalakiya li deriyê sînor ê Sêmalkayê dewam dike. Çalakvanan li hember girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê bi destê PDK'ê, bertek nîşan da û got "Heke bi vî rengî jî bersivê bidin daxwazên me, lê em dîsa jî li vir in û cenazeyên xwe dixwazin."

Çalakvanên li Sêmalkayê: Em li vir in
17 kanûn, 2021   08:27
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

PDK bi kiryarên xwe nîşan dide ku li gorî talîmata dewleta Tirk a dagirker tev digere û vê carê jî deriyê sînor ê Sêmalkayê girt ku 74 roj e ji bo radestkirina cenazeyên gerîlayên şehîd çalaki lê dewam dike.

Hêzên PDK’ê a di 15'ê Kanûnê de bi bombeyên gazê û avê bersiv da çalakiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a li ser sînor û çapemeniya wê jî hewl dide berteka mafdar a çalakgeran krîmînalîze bike.

Televîzyona Rûdaw û çapemeniya din a nêzî wan çalakiya li Sêmalkayê wek “çend kes bi darê zorê anîne û çalakiyê pê didin kirin” nîşan da.

'SÎNOR GIRTIN Û WISA BERSIV DAN DAXWAZÊN ME'

Endama meclisa navçeya Dirbesiyê Şêra Merzo ku yek ji çalakvanan e, bi bîr xist ku ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine şehîdkirin, çalakiyê didomînin û got: "Dayikên dilşewat cenazeyên zarokên xwe dixwazin. Lê belê bersiva PDK'ê ya ji bo vê daxwazê, girtina deriyê sînor bû. Em dixwazin li ser navê biratiyê gavan biavêjin, lê ew berevajî vê yekê dikin."

Şêra Merzo destnîşan kir ku ew ê dest ji yekitiya neteweyî ya Kurdan bernedin û got: "Em hêvî dikin ku dayikên şehîdan cenazeyên zarokên xwe wergirin. Bi vî rengî dilê dayikan dê hinekî êmin bibe. Hêvîdar im Kurd li dijî dijminên xwe yên rastîn bibin yek."

'LI SER NAVÊ BIRATIYÊ TIŞTEKÎ NAXWAZIN'

Endamê meclisa navçeya Dirbesiyê Yasîn Mehmûd jî diyar kir ku şehîdên azadiyê xwedî nirxên neteweyî ne û got: "Bi nedayîna cenazeyên şehîdên me, li ser navê biratiyê di nava Kurdan de pêşketineke baş naxwazin. PDK her tim dixwaze ji biratiyê dûr bikeve."

Yasîn Mehmûd bertek nîşanê kiryarên PDK'ê yên dawîn da û wiha axivî: "Hevalên me yên ciwan li vê derê çalakî li dar xist, lê hêzên PDK'ê güle berdan û bi kevir û gazê bersiv da. Îro (pêncşem) pirên li deriyê sînor girtin. Lewma nîşan didin ku ew yekitiya Kurdan naxwazin."

Yasîn Mehmûd got: "Çalakiya li vê derê bi rojan e dewam dike. Heta ku em cenazeyên şehîdên xwe wergirin, çi ji destê me bê em ê bikin û çalakiya xwe bidomînin."

ANHA