Li ser berxwdana Şêxmeqsûd û Serêkaniyê fîlmek hate pêşandan

Navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Qamişlo û Navenda Çandê ya Bajarê Tebqayê fîlmeke li ser berxwedana Şêxmeqsûd Serêkaniyê weşandin.

Li ser berxwdana Şêxmeqsûd û Serêkaniyê fîlmek hate pêşandan
Li ser berxwdana Şêxmeqsûd û Serêkaniyê fîlmek hate pêşandan
Li ser berxwdana Şêxmeqsûd û Serêkaniyê fîlmek hate pêşandan
16 kanûn, 2021   20:33
TEBQA

Li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi beşdarbûna nûnerên rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî, fîlmek li ser berxwedana Şêxmeqûsd a Serêkaniyê hate pêşandan.

Beriya ku film were pêşandan, endamê rêveber ê Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan, bi xêrhatina beşdaran kir û wan vexwend deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan.

Fîlmê "Lêdana daholê" ku saetekê dirêj kir, balê dikişîne ser berxwedan û wêrekiriya şêniyên taxa Şêxmeqsûd a sala 2018`an û berxwedana şêniyên Serêkaniyê ya li dijî komên çete. Her behsa çîroka şehîd Gulê Selmo dike.

Heman fîlm li Hesekê, Qamişlo û Reqayê hate pêşandan.

Di dawiyê de hevserokatiya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê spasiya beşdaran û kesên ku berxwedana dîrokî ji bo nifşê bê re belge dike, kir.

(eh)

ANHA