Ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in

Ji ber deregmanyîna barîna baranê, cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi fikar in ku saleke hişk derbas bibe û bandorê li zeviyan bike. Li aliyekî din hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê got, ew girîngiyeke mezin didin projeyên avdanê, mazot û semad ji cotkaran re pêşkêş dikin.

Ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in
Ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in
Ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in
Ji ber nebarîna baranê cotkar bi fikar in
17 kanûn, 2021   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zuhabûn û kêmbûna ava bîran û telefbûna mewsima bejî, nirxê tov gelek buha bû.

Derengmayîna baranîna barana payîzê di destpêka mewisma çandiniyê de, metirsî ji bo cotkaran çêkir. Bi taybet her sal di destpêka Mijdarê de baran dibare.

Lê cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bi fikar in ku saleke din a hişk derbas bibe, nexasim ku herêm bi çandiniyê tê naskirin û xwe dispêre berhema genim ji bo peydakirina depoya stratejîk a ard û tov.

Her wiha ji ber tunebûna çêrgeh, sewalvanî jî bi awayekî neyênî bandor bû. Di encamê de êm buha bû û gelek kes êdî nikarin sewalan xwedî bikin.

Cewşîr Ebas Elî yê ji gundê Girê Berî li rojhilatê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê got: “Ji du salan ve, zuhabûn li herêmê çêdibe. Va em di Kanûnê de ne lê baran hîna nebariye. Ev yek zirarê bi mewsima çandiniyê dike. Heta baran di vê wextê de jî bibare, hilberîn dê ne li gorî asta ku tê xwestin be.”

Ji ber nebarîna baranê, cotkar zeviyan av didin. Lê rûberên van zeviyan jî kêm in û têra pêwîstiya herêmê nakin.

Cewşîr Ebas Elî got: “Ji ber nebarîna baranê, cotkar berê xwe didin avdanê û kolandina bîran.”

Lê Elî Ebas diyar kir ku ruxmî Desteya Çandiniyê derfet daye wan ku bîran bikolin, lêçûna kolandinê gelek mezin e , ew jî girêdayî mazot, zeyt û jeneratoran e, ji ber ku kehrebe kêm tê.

Cewşîr Ebas Elî bang li Rêveberiya Xweser kir ku destekê bide warê çandiniyê û wiha domand: “Divê Rêveberiya Xweser ji vê zêdetirî piştgiriya cotkaran bike. Warê çandiniyê li herêmê ya herî girîng e. Ji ber ku nan ji welatiyan re peyda dike. Rêveberiya Xweser mazot, tov, semad û derman jî pêşkêş dike, lê divê vê destekê zêdetir bike û deyn bide cotkaran da ku karibin bîran bikolin.”

'EM GIRÎNGIYEKE MEZIN DIDN PROJEYÊN ÇANDINIYÊ '

Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo got: “Mewsima borî gelek zaîf bû. Navendên wergertinê parên xwe nebirin. Miqdara wergirtî ne li gorî pêşbiniyan bû. Di encamê de tov kêm bû.”

Desteya Çandinî û Aboriyê di mewsima borî de bi rêya 26 navendan 185 hezar ton tovên genim ji cotkaran wergirtin. Lê ev miqdar ne li gorî pêşbiniyan bû ku dihat payîn derdora 500 hezar ton bihatiba wergirtin.

Barûdo destnîşan kir ku desteyê îsal di destpêka mewsima çandiniyê de û ji ber nebarîna baranê, girîngiyeke mezin da projeyên avdanê. Her wiha diyar kir ku wan perspektîf dane hemû gerînendetiyên çandiniyê ku destekê bidin wan projeyan.

Li gorî Barûdo, desteyê civînek bi Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê re li dar xistiye da ku mazot ji bo projeyên avdanê re peyda bikin û got: “Beriya çend rojan me beşa yekemîn a maoztê li cotkaran belav kir. Ev beş bi navê “Şînbûn” tê naskirin.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo got dê deste semad bi nirxê lêçûnê ji cotkaran re pêşkêş bike.

Lêçûna tona semadê ya cureya super fosfat 500 dolar e û semadê Yorya 450 dolar e.

(şx)

ANHA