Piştî rageşiyên ewlehiyê, komîteya leşkerî li Sertê civiya

Piştî komên çekdar saziyên girêdayî dewletê kontrol kirin û li paytexta Tarablusê rageşî derket, îro Komîteya Leşkerî 5+5 li bajarê Sertê civiyan da ku dosya derxistina çete û hêzên biyanî ji welêt nîqaş bikin.

Piştî rageşiyên ewlehiyê, komîteya leşkerî li Sertê civiya
16 kanûn, 2021   15:24
NAVENA NÛÇEYAN

Tora Al-Arebiyê diyar kir ku endamê Komîteya Leşkerî Lîwaa Xeyrî Temîmî got ku dê îro komîte bi şêwirmendê sekreterê giştî yê NY`yê Stephanie Williams der barê kar û barên Lîbyayê de, encamên hevdîtinên komîteyê yên di gera xwe ya dawî de yê têkildarî dosya çeteyan nîqaş bike.  

Beriya niha komîteyê behsa encamên civînan kiribûn û dewletên cîranê Afrîkayê (Çad, Nîger û Sûdan) diyar kiribû ku ew amadekariya çeteyên xwe ji Lîbyayê dikin, her wiha Tirkiye û Rûsyayê jî li ser derxistina çeteyan û hêzên biyanî û bidawîkirina  hebûna wan a li Lîbyayê erê kiribû, lê bi şertê ku her kes li gorî vê yekê tev bigere.

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên serokatiyê re rageşiya siyasî û ewlehiyê li welêt zêde bûye.

Komên çekdar navenda hikumetê û Meclisa Serokatiyê û wezaretên rêveberiyê yên li paytexta Tarablusê dorpêç kir û dibe ku careke din çek were rakirin û li welêt şer derkeve.

Şêwirmenda Meclisa Serokatiyê ya Kar û Barên Jinan û Zarokan Nesrîn Amir ji Al-Arebiyê Net re axivî û got, navenda meclisê bi temamî neketiye destên komên çekdar, lê heta niha beşek jê dorpêçkirî ye.

Nesrîn Amir piştrast kir ku serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed Menfî li paytexta Tarablusê ye û agahiyên têkildarî reva wî derewand. Nesrîn Amir da zanîn ku her du cîgirên wî Elî El-Lafî û Musa Kewnî piştî bûyerên dawî li Tirkiyê dê îro vegerin paytexta Tarablusê.

(eh)