Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê dîlgirtî bi hev guhartin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk gelek dîlgirtî yên ji rojhilatê Helebê bi garantiya rûsî –tirkî bi hev guhartin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê dîlgirtî bi hev guhartin
16 kanûn, 2021   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) re daxuyand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di gel dergeha Ebû El-Zendên a li rojhilatê Helebê de bi garantiyên rûsî-tirkî bi hev guhartin. Her aliyekî 5 kes dan hev. Lê daneyên têkildarî nasnameyên wan dîlgirtiyan de nehatine eşkerekirin.

SOHR’ê da zanîn ku di Tîrmeha îsal de hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Sultan Murat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li dergeha Ebû El-Zendên a nêzî bajarê Babê yê li rojhilatê Helebê de kesên dîl girtine bi hev guhartin. Ji her aliyekî 5 kesên dîlgirtî bi hev hatin guhartin. Lê çeteyên Sultan Murat nehişt dezgehên çapemeniyê derbasî dergehê bibin û bişopînin. Lê SOHR’ê eşkere kir ku nehatiye diyarkirin ew kes sivîl an leşker in.

(fr)