Şêniyên Kobanê şehîd Cîhad Kobanê oxir kir

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Cîhad Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle bi merasîmekê oxir kir.

Şêniyên Kobanê şehîd Cîhad Kobanê oxir kir
16 kanûn, 2021   13:46
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantonê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û siyasetmedar beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Cîhad Hesen (Cîhad Kobanê) di 13`ê Kanûnê de di encama qezaya trafîkê de li navçeya Til Temirê dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Osman Simê wiha axivî: "Em di kesayeta şehîdan de azadiya xwe dibînin. Ew hêviya me ne, ji ber ku dev ji her tiştî berdane û eşqa xwe ya mezin di welat de dîtine."

Osman Simê wiha domand: "Îro em kulîlkeke din di goristana şehîdên Kobanê de diçînin. Bes e ji dagirkirina xaka me re û êdî dive şerê ji bo qirkirina me tê meşandin, were sekinandin."

Piştre li ser navê malbata şehîd Cîhad Kobanê, Mehmûd Şêx Elî jî wiha axivî: "Me soz daye şehîd, têkoşer û Rêberê xwe ku em ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin. Divê dewleta Tirk baş bizane ku serdema qirkirina Kurdan derbas bû. Em îro xwediyê hêzê ne û em ê serkeftinê bi dest bixin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin û cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.

(bx)

ANHA