Rêveberiya Xweser 8 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser îro 8 zarokên çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê radestî rayedarên Rûsyayê kirin.

Rêveberiya Xweser 8 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirin
16 kanûn, 2021   14:12
QAMIŞLO

Îro şandeyek Rûsyayê bi serkêşiya komsera mafên mirovan a Serokatiya Rûsyayê Maria Lvova Belova serdana navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê kir.

Şande ji aliyê hevserokê daîreyê Abdulkerîm Umer û cîgirê serokatiyê Fener El-Giêt ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna çapemeniyê de Abdulkerîm Umer bixêrhatina Maria Lvova Belova kir û wiha got: "Di hevdîtina me de gelek dozên girêdayî mafên zarokan hatin nîqaşkirin."

Umer diyar kir ku wan rewşa zarokên di kampên koçberan de li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bandora girtina deriyê sînor ê Til Koçerê, derbasbûna alîkariyên mirovî li ser zarokan di aliyê perwerde û tenduristiyê de, nîqaş kirin.

Umer wiha domand: "Me rewşa kampên Holê û Roj, kêmasiyên civaka navneteweyî di pêkanîna berpirsyariya li hember zarokan de nîqaş kirin. Em gihaştin çareseriyekê ku her dewletek erka xwe pêk bîne û welatiyên xwe vegerîne."

Umer diyar kir ku Rêveberiya Xweser di demên berê de 225 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Rûsyayê kirine û îro jî 8 zarokên din radest dike.

Her wiha Maria Lvova Belova jî spasiya Rêveberiya Xweser kir ku hevkariyê ji bo radestkirina zarokên çeteyên DAIŞ`ê dike û ev tişt anî ziman: "Ji beriya meh û nîvekê ve ez wek komsera serokê Rûsyayê ya mafên zarokan hatim erkdarkirin. Ji bo min pir girîng bû ku ez serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da ku em bi hev re di dosyaya vegera zarokên rûsî de bixebitin."

Maria Lvova Belova piştrast kir ku bavên van zarokan zirarên mezin bi rêya çalakiyên terorî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan lê tu gunehê zarokan tune ye, ew ne berpirsên kirinên bavên xwe ne û ji ber wê jî dê zarokan li welatê wan vegerînin.

Her wiha Maria Lvova Belova ji ber hevkariya di navbera wan û Rêveberiya Xweser de kêfxweşiya eşkere kir.

(bx)

ANHA