​​​​​​​Bang li YE’yê hate kirin ku Hûsiyan wek terorîst qebûl bike

Zêdetirî 100 rêxistinên yemenî, amerîkî û ewropî bi daxuyaniyeke hevbeş bang li serokatiya Parlamentoya Ewropayê û Meclisa Wezîran a Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku mekanîzmaya hesabxwestina ji Hûsiyan ferz bike û wan wek komeke terorîst bi nav bike.

​​​​​​​Bang li YE’yê hate kirin ku Hûsiyan wek terorîst qebûl bike
16 kanûn, 2021   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye rêxistinan destnîşan kir ku koma Ensarullah El-Hûsî siyaseta birçîkirinê û xizaniyê dimeşîne, fonên karmendan û alîkariyên mirovî didizin û di sûka reş de difiroşin. Her wiha nahêlin alîkarî bigihêjin kesên hewcedar.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hûsiyan balafirgeha navneteweyî ya Senayê veguherandiye baregeheke leşkerî da ku saziyên sivîl topbaran bike û çekên ji Îranê tên, pêşwazî bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hûsî ji destpêka derbeya di dawiya sala 2014`an de zêdetirî 30 hezar zarok perwerde kirine û dibistan, navendên perwerdeyê wek baregehên perwerdekirina zarokan bi kar tîne.

Di dawiyê de bang li rêxistinên hiqûqî û Parlamentoya Ewropayê hate kirin ku bi lez mekanîzmaya hesabxwestina ji komên Hûsiyan ferz bike û wan wek komeke terorîst diyar bike.

(bx)