​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê welatiyekî din revand

Li gorî çavkaniyên ji Mabatayê, çeteyên “Polîsên leşkerî” welatiyekî din li navçeyê revand.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê welatiyekî din revand
16 kanûn, 2021   10:59
ŞEHBA

Çeteyên "Polîsên Leşkerî" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Bêrem Mihemed Mistefa (35) yê ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabata ya Efrînê, revand.

Li gorî çavkaniyên xwecih, çeteyan Bêrem Mistefa biriye girtîgeheke dewleta Tirk a dagirker a li Efrîna dagirkirî.

Çavkaniyan vê sibehê ji Efrîna dagirkirî ragihandibû ku çeteyan 2 welatî ji gundên Şûrbe û Amara yên Mabatayê revandine.

(dm)

ANHA