Îsraîlê başûrê Sûriyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê îro başûrê Sûriyê bombebaran kir. Çavkaniyekî leşkerî piştrast kir ku leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin.

Îsraîlê başûrê Sûriyê bombebaran kir
16 kanûn, 2021   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA`yê ragihand ku pergala parastinê ya hewayî ya hikumeta Şamê rê li ber wan êrişên ku herêmên başûrê Sûriye kirine hedef, girtiye.

Çavkaniyekî leşkerî ji SANA`yê re anî ziman ku derdora seat 00:50`an Îsraîlê êrişî herêmên başûrê Sûriye kir. Her wiha pergala parastinê ya hewayî rê li ber van êrişan girt û piraniya moşekan xistin xwarê.

Heman çavkaniya leşkerî destnîşan kir ku di encama wan êrişan de leşkerek hatiye kuştin û gelek zirarên madî çêbûne.

(dm)