Nirxê lîreyê Tirk bê navber dadikeve

Îro nirxê lîreyê Tirk daket rêjeya herî kêm û dolareke amerîkî 15 lîreyên Tirk derbas kir.

Nirxê lîreyê Tirk bê navber dadikeve
16 kanûn, 2021   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên sibê de nirxê lîreyê Tirk careke din daket û dolareke amerîkî gihaşt 15.25 lîreyên Tirk. Di dîroka lîreyê Tirk de ev cara yekemîn e ku dikeve vê astê.

Pêşbînî hene ku Banka Navendî ya Tirkiyê di civîna xwe ya îro de nirxê faîzê bi rêjeya 100 pîleyan kêm bike.

(şx)