TEV-DEM`ê cejna Êzî pîroz kir û banga rawestandina sûcên li dijî êzidiyan kir

TEV-DEM`ê cejna Êzî li êzidiyan pîroz kir û got "Em hêvî dikin ku bone û cejnên me bibin wesîleya hevgirtinê û yekkirina helwestê li hember xeta xiyanet, dagirkerî û reşkirinê.” TEV-DEM`ê bang li civata navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan rawestînin.

TEV-DEM`ê cejna Êzî pîroz kir û banga rawestandina sûcên li dijî êzidiyan kir
16 kanûn, 2021   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî cejna Êzî daxuyaniyek da û tê de got:

“Bi ruhê şehîd Merwan Bedel em cejna Êzî li êzidiyan, gelê Kurd, pêkhateyên herêmê, şervanên azadiyê û malbatên şehîdan pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku cejna Êzî bibe wesîleya belavkirina xêr, aştî û biratiyê di navbera gelên herêmê de.

Êzidî vê cejnê bi êş û kedereke mezin pêşwazî dikin. Dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane êrişî êzidiyan dikin û komkujiyan li dijî wan pêk tînin. Bêdengî û hevkariya hikumetên Bexda û Hewlêrê li hember van sûcan, şerm e. Divê erkên xwe pêk bînin û êzidiyên li Şengalê ji siyasetên qirkirin û fermanan biparêzin.

Civaka êzidî civakeke berxwedêr e û bi nirxên xwe yên olî û neteweyî ve girêdayî ye. Civakek layîqî rêzê û rêzgirtinê ye ji ber ku li hember hovantirîn terora li cîhanê li ber xwe da.

Wê îsal bi ruhê şehîdan; Dijwar Feqîr, Seîd Hesen, Zeredeşt, Mem Zekî û hemû şehîdên azadiyê vê cejnê pîroz bikin.

Em careke din êzidiyan bi vê cejnê pîroz dikin û hêvî dikin ku bone û cejnên me bibin wesîleya hevgirtin û yekkirina helwestan li hember xeta xiyanetê, dagirkeriyê û reşkirinê.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û yên têkildarî parastina kêneteweyên olî dikin ku sûcên dewleta Tirk ên ku digihêjin asta sûcên şer û jenosîdê rawestînin.”

(şx)

ANHA