Endamên PYD`ê: Dewleta Tirk bi tecrîdê hewl dide şoreşa gelan têk bibe

Endamên PYD`ê eşkere kir ku dewleta Tirk a faşîst ji girankirina tecrîdê ya li ser rêber Abdullah Ocalan armanc dike şoreşê bitepisîne û vîna gelan têk bibe û berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan piştrast kirin.

Endamên PYD`ê: Dewleta Tirk bi tecrîdê hewl dide şoreşa gelan têk bibe
16 kanûn, 2021   07:38
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a faşîst bi armanca dûrxistina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji gelên azadîxwaz, siyaseteke sîstematîk dimeşîne. Tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, nîşan dide ku dewletên ewropî, herêmî û gelek aliyên dijberên doza Kurd tê de hevkar bûn.

Di 15`ê Sibata 1999`an de komplogeran rêber Abdullah Ocalan kir hedef û armanca xwe pêk anî. Rêber Abdullah Ocalan revand û di girtîgeha Îmraliyê de tecrîdeke giran lê ferz kir.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elîfe Hesen axivî û got: “Dewleta Tirk bi siyaseta xwe ya şofanîst tê naskirin û hewl dide bi rêya tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan, fikr û felsefeya wî sînordar bike da belav nebe.”

Elîfe Hesen diyar kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa xwe ku ev îdeolojî belav bibe ku banga aştî û biratiya gelan dike û ji ber ku li dijî berjewendî û siyasetên wê yên kapîtalîst in, siyaseteke wiha dimeşîne.

Elîfe Hesen têkildarî bêdengiya rêxistinên mirovî ya li hember kiryarên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî rêber Abdullah Ocalan got: Mixabin rêxistinên navneteweyî li hember van kiryaran bêdeng in û erkên xwe pêk naynin. Ev diyar dike ku ajan in.”

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a PYD`ê li hember hemû siyasetên qirkirina gelan banga mezinkirina têkoşînê kir da ku azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan misoger bibe.

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya PYD`ê Ronahî Milhim axivî û îşaret bi projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan kir, nexasim ku bang li hemû gelan dike ku li dijî sîstema cîhanê ya heyî yekitiya xwe û civakên tê de adalet û wekhevî hebin, ava bikin.

ꞌSERHILDANA GELꞌ

Ronahî redkirina gel û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk derheqê rêber Abdullah Ocalan de pêk tîne bi serhildana gel a li dijî hemû tedbîrên li dijî rêber Abdullah Ocalan wesifand.

Endama Rêveberiya PYD`ê destnîşan kir ku girêdaneke xurt di navbera rêberê neteweyî  Abdullah Ocalan û gel de heye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Tirkiye bi rêya tecrîda giran a li ser rêbertî dixwaze vîna vî gelê azadîxwaz û bi rêya şexsê rêbertî bi doza ve girêdayî, bişikîne."

Ronahî Milhim îşaret bi têkiliya di navbera kiryarên dewleta Tirk derheqê rêber Ocalan de û encamên wê kir û ev nirxandin kir: "Her ku dewleta Tirk tecrîda xwe ya li dijî Rêbertî girantir bike dê baweriya gel a bi îdeolojiya rêber Ocalan zêdetir bibe."

Ronahî Milhim da zanîn ku tedbîrên vê dawiyê dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan girtine, dewleta Tirk jê armanc dike agirê şoreşê vemirîne û vîna gelan bişikîne. Her wiha piştrast kir ku projeya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji bo çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet modela herî guncew û kilîta yekane ye. Lê hêzên serdest ew qas sal in vê projeyê red dikin.

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan 14`ê vê mehê serî li dozgeriyê û gerînendetiya zindana Îmraliyê dabû da ku bi muwekilên xwe re bicivin.

Dawiya meha Mijdara derbasbûyî desthilata Tirk li hember rêber Abdullah Ocalan cezayên nû birîn ku ew jî, ji 12`ê Cotmehê ve heta 6 mehan bi parêzeran re hevdîtinê neke û ji 18`ê Tebaxê ve heta 3 mehan bi malbatê re hevdîtinê neke.

Di dawiyê de endama Rêveberiya PYD`ê Ronahî Milhim bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabin û dewleta Tirk neçar bike ku her du cezayên li ser rêber Abdullah Ocalan birîne, rake û rê bide parêzer û malbatê ku pê re bicivin.

(eh)

ANHA