​​​​​​​PDK'ê dergehê Sêmalkayê girt

Hêzên PDK'ê danê sibehê dergehê sînor a Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt.

​​​​​​​PDK'ê dergehê Sêmalkayê girt
16 kanûn, 2021   08:09
QAMIŞLO

Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê dergehê Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK'ê ve bi blokên metal hat girtin. Rayedarên dergeha Sêmalkayê diyar kir ku rayedarên PDK'ê bêyî agahiyekê pira Sêmalkayê girtiye.

PDK'ê berê jî gelek caran dergeha Sêmalkayê girtibû û ambargo li gelê Rojava ferz kiribû.

Her wiha hate zanîn ku PDK'ê hemû kar û barên li dergehê sekinandine.

PDK'ê heta niha bersiv nedaye daxwaza malbatan a wergirtina cenazeyên şehîdan ku ev 73 roj e li Sêmalkayê çalakiyê li dar dixin û danê sibehê dergeh girt.

ANHA