Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê tevlihevî û bêaramî heye

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa başûrê Sûriyê, rewşa Tunis û Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê tevlihevî û bêaramî heye
Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê tevlihevî û bêaramî heye
Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê tevlihevî û bêaramî heye
16 kanûn, 2021   07:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KÎ LI PEY KUŞTINÊN LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ YE?’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Roja çarşemê di saetên sibê de şêniyên gundewarên rojavayê Derayê cenazeyê welatiyekî di navbera bajarokê Celîn û Sehim El-Cûlan de dît û diyar bû ku gule berdane serê wî. Cenaze yê ciwanekî sivîl ji bajarokê Koya yê herêma Hewd El-Yermûk a rojavayê Derayê ye û beriya niha tev li nava tu komên muxalîf yan jî yên girêdayî dewletê nebûye. Ji ber wê jî pirsa ku kî li pey kuştinên li başûr e, di serê mirov de çêdibe.

Li herêmên başûrê Sûriyê kuştin û hewldanên kuştinê, her wiha rewşên tevliheviyê û bêaramiyê zêde bûye. Di encama wê de kesayetên sivîl, endamên berê yên muxalefetê, leşker, sertîp, endamên hêzên artêşa Sûriyê hatin kuştin. Bûyerên bi vî awayî ji beriya çend salan ve bi awayekî rojane li herêmê rû didin. Hesab nayê xwestin, ji aliyê hikumetê yan jî eşîr û rûspiyan ve nayên şopandin, ji ber ku herêma başûr xwedî taybetmendiyeke eşîrî û malbatî ye.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku êriş û hewldanên kuştinê li Dera û başûrê Sûriyê bi rêbaz û cureyên cuda bi rêya mayin, bombeyên destan, alavên teqîner û gulebaranê têne kirin, ji aliyê şaneyên çekdar ve di navbera Hezîrana 2019`an û heta roja îro hezar û 270 êriş û kuştin in. Hejmara kesên ku di encama wan hewldanan de hatine kuştin, gihaşt 927 kesan.

Li gorî çalakvanên li Derayê ku kuştina zêde li başûrê Sûriyê deriyan li pêşiya gelek kesên biguman ku berjewendiyên wan li herêma başûr hene û dixwazin bêaramî bimîne, vedike. Piraniya wan kuştinan li dijî muxalefetên berê, endam, rêveber û kesayetên bibandor têne kirin.

Niştecihên herêmê jî got, piraniya kesên ku têne kuştin, leşkerên herêmî ne.”

‘DYA`YÊ PIŞTGIRIYA HIKUMETA DEMKÎ YA TUNISÊ KIR’

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êvara sêşemê nexşerêya ku serokê Tunisê Qeys Seîd pêşkêş kiriye, bi erênî nirxand. Ji vê helwesta Amerîkayê diyar dibe ku DYA piştgiriya hikumeta demkî ya Tunisê dike.

Li gel nakokiyên di nava aliyên siyasî yên dijberî Qeys Seîd de, di serî de tevgera El-Nehda ya îslamî ku hewl da bandorê li DYA û saziyên biyanî bike da ku fişarê li Tunisê bikin, DYA`yê ev helwest nîşan da.”

‘ÇEKDARAN AVAHIYA SEROKATIYA WEZÎRAN A LÎBYAYÊ YA LI TERABLUSÊ DORPÊÇ KIR’

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê eşkere kir ku çarşemê komên çekdar avahiya serokatiya wezîran a li rêya Sike ya li Terablusê dorpêç kir.

Li gorî Sky News Erebiye milîsên Lîwa El-Simûd ku li paytextê çalak in, gef xwar ku hilbijartinên serokatiyê li Lîbyayê li dar nakevin. Dê hemû saziyên dewletê li Terablusê werin girtin.”

(bx-şx)