Letîf Fetîh Ferec: Dewleta Tirk roleke mezin di vejandina DAIŞ`ê de dilîze

Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fetîh Ferec diyar kir ku êrîşên dawî yên DAIŞ'ê yên li hemberî hin herêmên Kerkûkê bêyî talîmata Tirkiyê pêk neyên û işaret bi hebûna planeke Tirkiyê ya di nava hewldanên guhertina demografiya Kerkûkê de kir.

Letîf Fetîh Ferec: Dewleta Tirk roleke mezin di vejandina DAIŞ`ê de dilîze
16 kanûn, 2021   04:20
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Di van demên dawî de tevgerên çeteyên DAIŞ'ê li derdora Kerkûkê zêde bûne û vediguherin êrişan. Di encamê wan êrişên li ser herêmên Kermiyan, Mexmûr û Kerkûkê di nava du hefteyên derbasbûyî de 25 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Hêzên Parastina Gel (HPG) jî diyar kir ku ew amade ne welatiyan ji êrişên çeteyên DAIŞ'ê biparêzin.

Li ser liv û tevgera çeteyên DAIŞ'ê ya li derdora Kerkûkê, nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fetîh Ferec wiha axivî: "Êrişên dawî yên DAIŞ'ê yên li ser gundên li nêzî Kerkûkê girêdayî hilbijartinên parlamentoya Iraqê û valahiya ewlehiyê ya piştî hilbijartinan pêk hatiye. Rewşa ewlehiyê ya aloz a beriya hilbijartinan jî di vejandina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê de rol lîst."

Ferec işaret bi sedemên ku rê li ber vejandina DAIŞ'ê vekir û got: "Pevçûna di navbera Kurdan û sûniyan de, nakokiya di navbera Kurdan û hikumeta navendî de, arîşeyên di navbera Kurd û Turkmanan de û herwisa bangewaziyên Eniya Turkman ji bo derxistina Kurdan ji Kerkûkê, ev sedem hemû hawîrdoreke guncayî ji bo DAIŞ`ê ava kir. Her wiha erebên sunneyî jî hewl didin Kerkûkê kontrol bikin. Sedema dub zêdebûna timayan di Kerkûkê de ku girêdayî petrol û xêrûberekatên herêmê ye. Sedemeke din jî heye; binkeftina Kurd û Sunneyan e ku bi hev re bijîn û hev du qebûl bikin. Bi giştî ev hemû bû sedem ku DAIŞ dîsa çalak bibe."

LI GORÎ PERSPEKTÎFÊN TIRKIYÊ DAIŞ`Ê LI KERKÛKÊ YE

Ferec got: "DAIŞ di destê gelek welatên mîna dewleta Tirk de, di destê Suneyan de kaxizeke mezin a zextê ye. Carna jî hin aliyên Kurd pê re dide û distîne. Gelek caran DAIŞ'ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin û fişarê li hev du dikin."

Her wiha Letîf Fetîh Ferec têkildarî rola Tirkiyê di vejandina DAIŞ`ê de ev yek destnîşan kir: "Tirkiye di mijara DAIŞ'ê de xwedî rola herî mezin e. Timayên wê di Kerkûkê de hene û gelek planên wê yên dagirkirina vî bajarî hene. Weke ku berê li Şengalê rûdaye dema ku PDK û Tirkiyê çeteyên DAIŞ'ê şandin da ku êzîdiyan ji holê rakin. Ji bo vê jî dikarim bibêjim DAIŞ li Kerkûkê bi fermanên dewleta Tirk tev digere, em hemû dizanin ku şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê heta niha hene û dema derfet çêbibe, êriş dikin.''

HÊZÊN LI BAŞÛR XWEDÎ TAYBETMENDIYEKE PARTIYATÎ NE

Li ser hemleyên hevbeş ên hikumeta Îraqê li gel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lêkolîner û nivîskarê siyasî Letîf Fetîh Ferec got: "Gelek caran hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê hemleyeke hevbeş ji bo tunekirina DAIŞ`ê radigihînin. Dema serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî bo Hewlêrê behsa operasiyoneke leşkerî ya hevbeş li dijî DAIŞ`ê hat kirin lê heta niha nikarîne ji bo tunekirina vê rêxistina terorîst, bi hev re koordîne bikin.”

Letîf Fetîh Ferec  sedema wê yekê jî vegerand taybetmendiyên hêzên kurdî û got: "Hêzên Kurdî li Başûrê Kurdistanê partiyatî ne û li gorî berjewendiyên partiyên sereke yên herêmê tevdigerin. Me ev yek di êrişên DAIŞ'ê yên li ser gundê Heybanê de dît ku Mesûd Barzanî hin leşker şandin ji bo piştgiriya gelê herêmê bikin.  Ji ber vê yekê li gorî min heta niha hêzên PDK û YNK`ê negihiştine avakirina hêzeke leşkerî ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê û wan jî nekariye bi hikumeta Iraqê re di meşandina şerê li dijî DAIŞ'ê de cih bigirin."

Ferec aqûbeta çek û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên koalîsyonê ve ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê hatine şandin pirsî û got: "Ji sala 2003`yan û vir ve gelek welatên weke Holanda, Fransa, Almanya û Amerîka çek û alavên leşkerî dişînin Wezareta Pêşmergeyan û herwiha piştî damezrandina koalîsyona navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ`ê koalîsyon hertim gelek çek û alav ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re dişîne. Lê herdem Wezareta Pêşmergeyan gazinan ji kêmbûna alavên leşkerî dike. Lê em dibînin ku gelek ji van alavên ku behsa wan dikin li bazarên Başûrê Kurdistanê tên firotin û ev yek jî gelek guman û pirsên li ser çarenûsa van amûr û çekan derdixe pêş.”

PLANEKE TIRKÎ YE

Lêkolîner û nivîskarê siyasî Letîf Fetîh Ferec, bal kişand ser şandina PDK`ê hêzên xwe ji bo ku alîkariya dewleta Tirk bikin di êrişên li hember gerîla û got: "Şandina hêzên pêşmergeyan ji bo herêmên gerîla, fermanên dewleta Tirk in û beşek ji planên wê yên mêtingeriyê li herêmê ne. Dewleta Tirk her tim hewl dide bi rêya komployan hegemonya xwe berfireh bike da ku gelek herêmên mîna Qibris, Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Çeteyan dişîne Lîbyayê û di şerê navbera Ermenîstan û Ezerbaycanê de rolek lîst, hewl dide Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Ji ber vê yekê, bi dîtina min a şexsî, şandina hêzên pêşmergeyan ji bo qadên gerîla, parçeyek ji plana dewleta Tirk e."

ÊRIŞÊN LI SER KERKÛKÊ BEŞEK JI PLANA EREBKIRINÊ YE

Letîf Fetîh Ferec di berdewama axaftina xwe de ev nirxandin kir: "Ev êrişên li ser Kerkûkê di çarçoveya plana erebkirina herêmê de ye. Ji sala 1960`î ve ev dever bi darê zorê ji kurdan hatine standin û gelek beşên wan ji aliyê hikumeta Iraqê ve ya di bin destê Sedam Huseyn de bi darê zorê hatine standin û radestî Ereban hatine kirin. Lê piştî sala 2003`yan gelek xwediyên erdên resen vegeriyane warên xwe. Dîsa DAIŞ'ê hewl da ku van deveran bi zorê ji xwediyên wan bistîne ji ber vê yekê heta niha pilana erebkirina herêmê berdewam e û kurd heta niha nikarin bi zelaliyekê bi vê pirsgirêk re mijul bibin."

Di dawiya de lêkolîner û nivîskarê siyasî Letîf Fetîh Ferec, girêdayî têkiliya Tirkiyê bi çeteyên DAIŞ'ê re ev tişt anî ziman: "Di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de têkiliyeke nêz heye. Dewleta Tirk DAIŞ xist herêmê. Di heman demê de deriyên hemû welatên cîran ji hatina rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst re girtî bû, lê dewleta Tirk sînorên xwe û DAIŞ`iyên ji hemû cîhanê hatine derbasî herêmê kirin da ku dagir bike, komkujiyan pêk bîne. Heta bûyera rizgarkirina balyozxaneyê Tirk li Musilê beşek ji wê têkiliya xurt e. Li pêşiya çavên cîhanê Erdogan û hikumeta wî bi DAIŞ`ê re dide û distîne.."

Letîf Fetîh Ferec hêzên rojavayî rexne kir ku rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk nagirin û got: Heta niha Amerîka û dewletên rojavayî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji kiryarên dewleta Tirk digirin. Têkiliya di navbera DAIŞ û Tirkiyê de nayê veşartin, hemû pê dizanin."

(şx)

ANHA