Di girtîgehên Tirkiyê de siyaseta tunekirina Kurdan berdewam dike

Girtiyê nexweş Healîl Guneş ê di girtîgeha Tîpa F a hejmara 2`yan a Amedê ji ber ku dermanê wî nedidan wî, jiyana xwe ji dest da.

Di girtîgehên Tirkiyê de siyaseta tunekirina Kurdan berdewam dike
15 kanûn, 2021   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyê nexweş Halîl Guneş ê di girtîgeha Tîpa F a nimreya 2’an a Amedê de vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de bû û li gel ku gelek caran ji bo berdana wî bang hatibû kirin, lê dîsa jî nehatibû berdan. Cenazeyê Guneş rakirina Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbata wî ya li Edeneyê jî ji bo wergirtina cenazê ber bi Amedê ve bi rê ketin.

Nûnerên TÛHAY-DER, MED TÛHAD-FED, OHD û yên saziyên din hatin pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê. Malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatine betalkirin ên ku li Baroya Amedê 30 roj di Nobeta Edaletê de ne jî hatin pêşiya Saziya Tipa Edlî ya Amedê.

Parêzer Aslihan Bûlût a ku rêveberya TÛHAY-DER’ê ye diyar kir ku Guneş çend roj berê ji bo teşxîskirinê birine nexweşxaneye û di vegerê de ji bo ku hevdîtina rû bi rû ya hevalên xwe yên odeyê asteng neke, xwestiye biçe hucreya yekkesî. Bûlût bal kişand ser vî tiştî ku Guneş 5 roj in di hucreya yekkesî de ye û di destê sibehê di dema hejmartinê de dîtine ku jiyana xwe ji dest daye. Bûlût got: “Demeke dirêj e dermanên nexweşê penceşêrê Guneş nehatiye dayîn, ji ber vî tiştî gelek caran daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re hatiye nivîsandin lê ev daxwaz pêk nehatiye.”