Li Mabatayê 2 welatî hatin revandin

Çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî li navçeya Mabata revandin.

Li Mabatayê 2 welatî hatin revandin
16 kanûn, 2021   08:19
ŞEHBA

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Cîhad Mihemed Mensûr (51) ku ji şêniyên gundê Şorbê yê navçeya Mabata ya Efrînê ye, revand.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Ferîd Ehmed Mistefa yê ji gundê Emara yê Mabatayê jî revand û biriye cihekî nediyar.

(bx)

ANHA