Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû

Li Kampa Holê îsal 126 sûcên qetilkirinê, 41 hewldanên qetilkirinê ku di encamên kesên hedefgirtî birîndar bûn û 13 kon hatin şewitandin. Ruxmî hewldanên hêzên ewlehiyê lê şaneyên DAIŞ`ê dîsa li herêmê çalak bûne.  

Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
Sala 2021`an sala herî xwîndar ku di ser Kampa Holê re derbas bû
16 kanûn, 2021   05:15
HESEKÊ-EHMED MIHEMED.

Kampa Holê ji xetertirîn kampên li cîhanê ye, ji ber ku hejmareke mezin ji malbatên DAIŞ`ê lê dimînin û bi fikrê tundraw ê DAIŞ`ê ve girêdayî ye. Her wiha gelek penaber û koçber jî lê hene. Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), çapemenî û rayedarên rojavayî gelek caran di daxuyaniyên xwe yên fermî de ev yek piştrast kir.

Piştî Şerê Kendavê sala 1991`an Kampa Holê hate avakirin û Mijdara 2015`an QSD`ê herêma Holê ji DAIŞ`ê rizgar kir. Koçberên sûrî yên ji ber şerê hikumeta Şamê û çeteyên bi navê "Opozîsyona sûrî" reviyan, tê de bi cih kirin. Her wiha Cotmeha 2016`an di şerên rizgarkirina Musilê de deriyên xwe ji bo penaberên iraqî vekirin. 

Piştî ku QSD`ê li herêma Baxozê DAIŞ tune kir, malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên xwe radestî QSD`ê kirine li kampê hatin bicihkirin. Ji Sibata 2019`an ve rewşa kampê wiha ye.

Li gorî belgeyên dawî yên ku nûçegihanê me vê mehê ji rêveberiya kampê bi dest xistine; 57 hezar û 460 penaberên iraqî û koçberên sûrî di nava kampê de ne ku piraniya wan jin û zarok in. Her wiha derdora 8 hezar û 555 jin û zarokên DAIŞ`yê yên biyanî hene ku ji 54 welatan e.

Berpirsên ewlekariyê û Rêveberiya Kampa Holê piştrast dikin ku piştî malbatên DAIŞ`ê li kampê hatin bicihkirin, xeterî li kampê destpê kir. Ji ber ku jinên DAIŞ`ê hewl didin li gorî fikrê DAIŞ`ê ji nû ve xwe bi rêxistin bikin. Zarokan li ser fikrê DAIŞ`î yê tundraw perwerde dikin da ku vî fikrî di nava kampê de belav bikin. Her wiha çend caran hewl dan ji kampê birevin.

Jinên DAIŞ`ê hewl dan fikrê DAIŞ`ê di kampê de belav bikin û zor li niştecihên kampê dikirin ku li gorî wî fikrî bin. Hemû kesên jê dûr diketin di dadgehên qaşo bi navê Dadgehên Şerî û Hesbe û bi rêbazên din mina celd, şewitandina konan û kuştinê ceza dikirin.

Piştî ku malbatên DAIŞ`ê li kampê hatin bicihkirin, li gorî daneyên ajansa me ku ji aliyên ewlekariyê û rêveberiya kampê bi dest xistine, ruxmî pêngavên paqijkirinê yên hêzên ewlekariya hundirîn, lê dîsa jî li kampê ji her salê zêdetir sûcên qetilkirin, şewitandin, hewldanên revê û qetilkirina çeteyan pêk hatin.

Bi armanca kontrolkirina sûcên li Kampa Holê, 28`ê Adara îsal operasyoneke ewlehiyê ya berfireh bi navê "Pêngava mirovî û ewlehî" hate destpêkirin, her wiha Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê operasyonên cuda pêk anîn ku deh rojan dewam kir.

Operasyona paqijkirinê li her 8 beşên kampê li dar ket û kamp hatin kontrolkirin. Her wiha belgeyên kesên li kampê dîsa bi rêya testên DNA`yê hatin tomarkirin, ji ber ku pirraniya malbatên DAIŞ`ê dema hatin kampê navên xwe yê rast eşkere nekirin.

Operasyona ewlehiyê deh rojan dewam kir û tê de 158 çeteyên iraqî û sûrî yên di nav şaneyên DAIŞ`ê yên li kampê de, hatin girtin.

Ruxmî vê yekê li gorî her du salên derbasbûyî hejmara sûcên qetilkirinê zêde bû û ji destpêka 2021`ê ve 126 sûcên bi çek û alavên tûj û xeniqandinê pêk hatine. Her dawî jî şaneyeke DAIŞ`ê 12`ê Mijdara derbasbûyî êrişî beşa pêşwaziyê ya li kampê kir. Di encamê de du kes li kampê hatin qetilkirin. 

Li aliyekî din jî li kampê 41 hewldanên qetilkirinê pêk hatin ku di encamê de kesên hedefgirtî birîndar bûn. 13 kon li kampê hatin şewitandin.

Dema operasyona ewlehiyê ya li kampê û piştî şerê di navbera çeteyan û hêzên ewlekariyê de, 3 çete hatin kuştin.

Li gorî hevdîtinên berê yên ku nûçegihanên me bi jinên DAIŞ`ê re yên ku hewl dan ji kampê birevin, çêkiribûn, diyar bû ku Hêzên Ewlekariyê yên li kampê 27 hewldanên revê têk birin.

Hêzên Ewekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî bûyerên vê dawiyê li kampê qewimîne, 13`ê Mijdara îsal daxuyanî da û tê de diyar kir ku kamp bûye pirsgirêkeke navneteweyî û divê dewletên têkildarî berpirsyarên xwe bînin cih.

Daxuyaniya Hêzên Ewekariya Hundirîn wiha bû: "Hêzên Ewekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca kontrolkirina Kampa Holê ku bi hezaran malbatên rêxistina terorîst û ji welatên cuda lê hene, hemû derfet dabîn kirin, lê Kampa Holê pirsgirêkeke navneteweyî ye û divê hemû dewletên navneteweyî li hember vê pirsgirêkê bi berpirsyariya xwe rabe. Tevî ku hêzên me her tim di nav tevgerê de ne û bi rêbazên cuda û derfetên heyî jîngeheke baş ji kesên li kampê dimînin re peyda dikin da li pirsgirêka Kampa Holê bi temamî were çareserkirin."

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da pêşî li xeteriyê bigire, li ser bingeha biryara 146`an a Cotmeha 2020`an û li gorî xwesteka malbatên sûrî yên koçber ku li kampê dimînin, her demekê komeke koçberên sûrî ji kampê derdixe ku dixwazin vegerin warên xwe. Heta niha 46 rêwîtî hatine li darxistin.

Dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên li Kampa Holê û bûyerên lê diqewimin, her wiha hebûna 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên QSD`ê Rêveberiya Xweser de li gel tunebûna helwesteke navneteweyî fikaran çêdike. Ruxmî bangewaziyan, lê civata navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan an jî wergirtina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î tiştekî nakin.

Rêveberiya Xweser gelek caran di daxuyaniyên xwe de îşaret pê kiriye ku doza Kampa Holê û êşa wan, dozeke hevbeş a wan û civata navneteweyî û tevahiya cîhanê ye, di nav de NY`yê ji lew re divê piştgiriya vê dozê bikin û bi hezaran çeteyên terorîst ji herêmê derxin û çeteyên DAIŞ`ê darizînin.

Xeteriya îdeolojiya jinên DAIŞ`ê yên li kampa Holê dimînin, hîna jî berdewam dike û ger ji bin kontrolê derkeve, dibe li hemû cîhanê belav bibe. Ji ber ku jin hewldana belavkirina vî fikrî di nav zarokan de dikin û civata navneteweyî bê deng e.

(eh)

ANHA