Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe armanc dike tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne

Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê şermezar kirin. Her wiha piştrast kirin ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, tola binkeftina DAIŞ`ê li Şengalê hilîne.

Êzidiyên Efrînê: Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe armanc dike tola binkeftina DAIŞ`ê hilîne
16 kanûn, 2021   00:35
ŞEHBA-ALANREŞÎD

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê nikarîn planên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina êzidiyan pêk bînin, dewleta Tirk a dagirker vê carê bi xwe dest bi pêkanîna planên xwe kirin. Ji ber wê êrişî Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û kesayetên welatparêz û yên navdar şehîd xistin.

Ji 20`ê Cotmehê ve ji ber êrişên dronên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê 9 welatî şehîd bûn di nav de kesayetê welatparêz Yusif Gulo û hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel hene.

Endamê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Esad Marko hedefgirtina kesayetên êzidî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Şengalê şermezar kir û got: “Em vê kiyara tirsonek şermezar dikin ku dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyan pêk anî. Beriya wê bi du salan Mam Zekî û Zeredeşt Şengalî şehîd xistin. Îro jî bi rêya dronan hevserokê Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel şehîd xist. Ev isbat dike ku dewleta Tirk hewl dide tola DAIŞ`ê ji şêniyan hilîne û êzidiyan qir bike.”

Marko xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û bêdengiya hikumeta Iraqê li hember êrişên dronên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê şermezar kirin û got: “Sala 2014`an dema DAIŞ`ê êriş kir PDK û hikumeta Iraqê bêdeng bûn. Duh jî avahiya Mecilsa Gel a navçeya Xanasorê kir hedef. Ev yek piştrast dike ku planên qirkirina êzidiyan bi hemû rêbazan berdewam e.”

Mako bang li dewletên garantor û rêxistinên têkildarî mafên mirovan kir ku rê li pêşiya sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî êzidiyan bigirin û hesabê jê bixwazin.

Girêdayî heman mijarê endama rêveber a Yekitiya Jinan a Êzidî ya Rojava Suad Hiso destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk dîrok û kesayetên êzidî dike hedef, li ber çav û guhê cîhanê bi dehan komkujî pêk anîn.

Suad wiha domand: “Ew armanc dikin ku êzidiyên li Şengalê û herêmên din qir bikin. Ji ber wê kesayetên welatparêz dikin hedef û herêmên sivîl lê hene li Xanasorê topbaran dikin. Ev yek bi ferman û erêkirina PDK û hikumeta Iraqê pêk hat ku destûr dan balafirên Tirk ku li asîmanê Şengalê bifirin û wê bombebaran bikin.”

Her wiha Suad Hiso diyar kir ku vîna êzidiyan ji hemû lihevkirinan xurtir e, ji ber ku êzidî bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne ku bi rêya fikrê wî azadî nas kir.

Girêdayî heman mijarê hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Eyşe Seydo hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got: “Dewleta Tirk piştî ku çeteyên wê nikarîn kurdan li Şengalê qir bikin, niha bi xwe hewl dide tola DAIŞ`ê hilîne û planên xwe pêk bîne.”

Eyşe bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih, dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî êzidiya li Şengal û Efrînê rawestînin û hesabê jê bixwazin.

(şx)

ANHA