Artêşa Tirk gundê Dirdara topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundê Dirdara topbaran dike
15 kanûn, 2021   19:12
HESEKÊ

Piştî hêzên Amerîkayê vê êvarê serdana gundê Dirdare kir, her wiha piştî derketina wan bi çend saetan artêşa Tirk a dagirker û çeteyên gundê Dirdara yê bakurê Til Temirê yê li ser rêya Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Hêzên dagirkeriya Tirk beriya çend saetan ji gera hêzên Amerîkayê li gundê Dirdara mayînên şewqê avêtin.

(fr)

ANHA