ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2021`AN

ROJAVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-12-2021`AN
16 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê 73 roj in berdewam dike. (BI DÎMEN Û WÊNE)

-Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê di çaçroveya Roja Pêncşemê ya Çandî ya Asayî de bi navnîşan Koletiya pejirandî parêznameya li dijî zordestiyê li Parka Xwendinê ya Hesekê saet 18:00`an li dar dixe. (BI DÎMEN Û WÊNE)

- Berdevkê rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Esîdî got hişmendiya dewleta Tirk jiyaneke demokratîk qebûl nake ji ber wê tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kir. (BI DÎMEN Û WÊNE)

-Siltan Êzîd bi xwe petşaye, Hezar û yek li xwe danaye, Navê mizin her xwedaye. Wisa êzidî ayînên xwe yên olî dibêjin û cejna êzî wekbher sal di vê wextê de piştî rojiya 3 rojan pîroz dikin. (BI WÊNE)

-Êzidiyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê şermezar kirin. Her wiha piştrast kirin ku dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike, tola binkeftina DAIŞ`ê li Şengalê hilîne. (BI DÎMEN Û WÊNE)

DOSYA

-Li Kampa Holê îsal 126 sûcên qetilkirinê, 41 hewldanên qetilkirinê ku di encamên kesên hedefgirtî birîndar bûn û 13 kon hatin şewitandin. Ruxmî hewldanên hêzên ewlehiyê lê şaneyên DAIŞ`ê dîsa li herêmê çalak bûne. (BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Nivîskar û lêkolînerê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Letîf Fetêh Ferec diyar kir ku êrîşên dawî yên DAIŞ'ê yên li hemberî hin herêmên Kerkûkê bêyî talîmata Tirkiyê pêk neyên û işaret bi hebûna planeke Tirkiyê ya di nava hewldanên guhertina demografiya Kerkûkê de kir.

JIN

-Endamên PYD`ê eşkere kirin ku dewleta Tirk a faşîst ji girankirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan armanc dike agirê şoreşê vemirîne û vîna gelan têk bibe. Di heman demê de berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan piştrast kirin. (BI DÎMEN Û WÊNE)

ANHA