‛Dewleta Tirk tecrîdê ferz dike ji ber fikrê demokratîk qebûl nake’‎

Berdevkê rûspiyên Minbicê Mihemed Sadiq El-Isêdî got hişmendiya dewleta Tirk jiyaneke ‎demokratîk qebûl nake, ji ber wê tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. ‎

‛Dewleta Tirk tecrîdê ferz dike ji ber fikrê demokratîk qebûl nake’‎
16 kanûn, 2021   02:45
MINBIC-EHMED QERACA

Rûspiyê êla Benî El-Isêdî û berdevkê rûspiyên Minbicê û gundewarên wê Mihemed Sadiq El-‎Isêdî diyar kir ku tecrîda  ku dewleta Tirk li ser rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, wijdanê ‎gelên azadîxwaz êşand, ji ber ku rêber Abdullah Ocalan rêberê biratiya gelan e.‎.‏

Mihemed Sadiq El-Isêdî wiha got: "Dewleta Tirk ji ber hişmendiya xwe ku jiyana ‎demokratîk qebûl nake tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Sedema din jî ew e ku ‎dewleta Tirk felsefeya rêber Abdullah Ocalan ku banga jiyana hevbeş û avakirina jiyaneke demokratîk dike, qebûl nake."‎

El-Isêdî wiha domand: "Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe destwerdana ‎dewletên cîran dike û tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Her wiha dema rêber Ocalan li Sûriyê û ‎Lubnanê bû, têkiliyên xurt bi rûspî û pêkhateyan re ava kirin.‎"

El-Isêdî bal kişand ser nêrîna rêber Abdullah Ocalan a li hember rûspiyan û got: "Li gorî fikir û ‎felsefeya rêber Abdullah Ocalan qebîle û êl bingeha şaristaniya demokratîk in. Dema êl li ‎ser rêgeza jiyana hevbeş û hevkariyê bijîn, camerdî û mêrxazî bingeha şaristaniya ‎demokratîk in û di gelek pirtûkên xwe de derbarê wê de nivîsand.‎"

Berdevkê rûspiyên Minbicê û gundewarên wê Mihemed Sadiq El-Isêdî di dawiyê de ‎got: "Hemû gelên herêmê deyndarên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan in. Wî rêya ‎gelan ronî kir. Divê gelên herêmê qenciya wî ji bîr nekin û banga bidawîkirina tecrîdê bikin. ‎Ew sembola şaristaniya mirovahiyê ye. Em bêdengiya navneteweyî şermezar dikin ku ‎derfetê dide Tirkiye ku hovîtiyê bike."‎

(şx)

ANHA