​​​​​​​ Cejna êzî… Serkeftina ronahiyê ya li hember tarîtiyê ye

Siltan Êzîd bi xwe petşaye, Hezar û yek li xwe danaye, Navê mizin her xwedaye êzidî van gotinan ayînên xwe yên olî dibêjin û cejna êzî wek her sal di vê wextê de piştî ku 3 rojan rojiyê digirin, pîroz dikin.

​​​​​​​ Cejna êzî… Serkeftina ronahiyê ya li hember tarîtiyê ye
16 kanûn, 2021   01:35
NAVENDA NÛÇEYAN-RÊNAS REMO

Êzdî li gorî salnameya rojhilatî (kurmancî) piştî rojiya sê rojan (sêşem, çarşem û pêncşem) di hefteya yekemîn a meha Kanûnê de cejna êzî anku cenja Xweda pîroz dikin.

Li gorî êzidiyan Êzî tê wateya sultan anku Xweda. Êzidî dibêjin ku wan navê Êzî ji navê Xweda wergirtiye û ew yekemîn gelê ku bi yekbûna Xweda û îbadeta Xweda nas kiriye.

Êzidî ji bo ku girêdana xwe bi Xweda re diyar bikin, her sal di vê wextê de sê rojan rojiyê digirin. Ji berbanga sibê heta roj diçe ava ne dixwin û ne jî vedixwin.

Roj ji bo êzidiyan pîroz e û di gelek axaftinên wan ên olî de tê gotin ku roj ronahiya Xweda ya li ser erdê ye û bê wê jiyan nadome.

Beriya rojiya êzî, du hefteyên din ên rojiyê hene. Êzidî 9 rojiyan di nava 3 hefteyan de digirin. Rojî tenê sêşem, çarşem û pêncşemê tê girtin.

Li her hefteyekê navek lê tê kirin; hefteya yekemîn a rojiyê şîşem e, hefteya duyemîn xwedana ye ango rojiya Xweda ye û hefetya sêyemîn jî rojiya êzî ye. Piştî wê êzidî roja înê cejna êzî pîroz dikin.

/kr/uploads/files/2021/12/15/213801_-.webp

Serokê ola êzidî ya Fakulteya Zanyariyên Olî ya Zanîngeha Rojava Nesîm Şemo wiha got: "Cejna êzî ji cejnên êzidiyan ên herî girîng û pîroz in. Piştî rojiyê ev cejin tê pîrozkirin. Ev yek qîmeteke ruhî dide vê cejnê, ji ber ku ev rojî ne tenê mirov ji xwarin û vexwarînê qut dike, lê belê ji hemû hestên xirab jî xilas bike. Ji lew re ola êzidî ji olên din ne cuda ye ku li gorî aqilê mirov gerdûnê şîrove dike.

Li ser vî esasî êzidî dibêjin; her sla di vê wextê de saetên sibê kêm dibin û saetên êvarê zêde dibin. Ji ber wê yekê rojî; nakokiya di navbera ronahî û tariyê de û xêr û xerabiyê de rave dike. Êzidî di van rojan de rojiyê digirin, ji ber ku êdî tarîtî kêm dibe û piştî wê dema rojê zêde dibe, ev yek jî nîşana serkeftina rojê ya li hemberî tarîtiyê ye.

Di vê cejnê de jinên êzidî beriya roja cejnê serdana gorên miriyên xwe dikin û ji bo rihê miriyan li goristanan xêran belav dikin. Sibeha cejnê jî êzidî serdana hev du dikin û cejnê li hev pîroz dikin.

(şx)

ANHA