Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê eşkere kir ku wê bi lêçûna milyon dolarî gelek proje pêk anîne. Şaredariyê soz da ku dê bi lêçûna 2 milyon dolarî gelek projeyan li navçe û bajarokên girêdayî Hesekê pêk bîne.

Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
Şaredariyên kantona Hesekê soza pêkanîna projeyan bi lêçûna 2 milyon dolarî da
15 kanûn, 2021   18:11
HESEKÊ-BASIL REŞÎD[

Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê di civîna xwe ya salane de ku li hola Serdem a Çand û Hunerê ya li taxa Mişêrfê li Hesekê li dar xistiye, projeyên ku di 2021`an de pêk anîne eşkere kirin.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê Silêman Erebo, hevserokên Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê, hevserokên Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û Xebat Silêman, hevserokên 22 şaredariyên girêdayî komîteyê, bi dehan endamên şaredariyê û gelek saziyên civaka sivîl di civînê de hazir bûn.

Di civînê de xebatên şaredariyên gel, komîteya hawîrdorê, şaredariyên li kantona Hesekê yên sala 2021`an hatin bibîrxistin.

Li gorî raporê budceya xebatên xizmetguzarî yên Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan gihaşt milyonek dolarî jê 100 hezar li ser projeyên Nivîsgeha Jinan hatiye serfkirin, 100 hezar dolar ji bo Gerînendeya Avê, Geraca Giştî 100 hezar dolar û tîmên rewşên awarte 66 hezar dolar hatine veqetandin.

Her wiha para Şaredariya Gel a Hesekê 220 hezar dolar bû, Şardariya Gel a Navçeya Başûr 100 hezar dolar, Şaredariya Gel a Dirbêsiyê 90 hezar dolar, Şaredariya Gel a Navçeya Şedadê 60 hezar dolar, Şaredariya Gel a navçeya Til Temirê 54 hezar dolar, Şaredariya Gel a navçeya Hol 43 hezar dolar, Şaredariya Gel a navçeya Zirgan 35 hezar dolar, Şaredariya Gel a Erşîe 32 hezar dolar hatine xerckirin.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya Kantona Hesekê Macîde Emîn ji ajansa me re axivî û budceya sala bê ya 2022`yan eşkere kir û got: “Budceya sala bê gihaşt derdora 2 milyon dolarî. Wê li gorî herêman were belavkirin. Em ê bi hevkariya komînan, projeyên xizmetguzarî yên pêwîst ji şêniyan re pêşkêş bikin.”

Koordînatorê xebatan a rêxistina Bêl a Pêlên Sivîl Hecar Emîn destnîşan kir ku komîteyê sala borî gelek xebat pêşkêş kirine û bi vê yekê gihaştiye asta ku tê xwestin. Emîn wiha domand: “Civîn gelek zelal bû bi taybet dema eşkerekirina xebatên şaredariyan û projeyên wê yên bê bi taybet budce.”

(şx)

ANHA