Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû

Turnuvaya “Veger” bi dawî bû ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê orgenîze kiribû. Di turnuvayê de tîma Mîtan Serêkaniyê bi ser ket.

Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
Turnuvaya “Veger” bi serketina tîma Mîtan bi dawî bû
15 kanûn, 2021   18:25
HESEKÊ-MEHMÛD IBÊD

Bi beşdarbûna hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka, endamên Komîteya Koçberên Serêkaniyê, endamên Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê, werzîşvan û dezgehên çapemeniyê îro turnuvaya “Veger” bi dawî bû ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi koordîneya Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîr orgenîze kiribû. Di dawiya turnuvayê de, tîma Mîtan a Serêkaniyê bi encama 3-1 li ser tîma Ciwanên Hesekê bi ser ket û bû şampyon.

Gelek hezkiriyên lîstokê beşdarî maça dawî bûn. Di dawiya maçê de piştî ku tîma Mîtan Serêkaniyê bi serket, hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis û berdevkê Koçberên Serêkaniyê Mehemûd Cemîl, endamên tîma serkeftî xelat kirin.

(şx)

ANHA