Dayikên çalakvan ên li Sêmalkayê: Êrişên PDK’ê li dijî ciwanan nîşaneya xiyanetê ye

Piştî gelek endamên ciwanên şoreşger bi destê çekdarên PDK’ê li deriyê Sêmalkayê birîndar bûn, dayikên çalakvan li deriyê Sêmalkayê kom bûn û daxuyanî têkildarî êrişên PDK’ê yên bi kevir, gule û gazê da.

Dayikên çalakvan ên li Sêmalkayê: Êrişên PDK’ê li dijî ciwanan nîşaneya xiyanetê ye
15 kanûn, 2021   16:59
QAMIŞLO

Dayikên çalakvan ên di bin konê çalakiyê yê li deriyê Sêmalkayê de ku 72 roj berdewan e daxuyaniyek ji bo banga radestkirina cenazeyên şehîdan da. Raxide Xelîl daxuyanî xwend û êrişa PDK’ê ya li dijî ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanan ku bi wê re 15 ciwanan birîndar bûn û rewşa du ciwanan giran e û rakirina nexweşxaneya Dêrikê, şermezar kir. Raxide Xelîl da zanîn ku sûcên PDK’ê nakevin xizmeta gelê Kurd, lê belê dikevin xizmeta ajandeyên faşîzma Tirk.

Raxide Xelîl ev tişt got: "Êrişên îro yên hêzên PDK’ê yên li dijî ciwanan nîşaneya berdewama îxaneta li dijî gelê Kurd e. Ji lew re divê PDK’ê bersiva xwesteên çalakvan û ciwanên şoreşger bidin ku tovê şoreşê ne û nekevin xefka planên li dijî nîştimaniyê."

Raxide Xelîl wiha domand: "Divê tu hêz li hember Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwana nesekine. Ji ber wê divê PDK’ê ji kiryarên xwe yên dikevin xizmeta dijmin berde. Her wiha ciwanên şoreşger û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dev ji piştevaniya gerîla bernadin."

Raxide Xelîl wiha bi dawî kir: "Êrişa li dijî ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan û dayikên çalakvan şerm e. Hêzên PDK’ê di êrişên xwe de gaza rondikrêj, gule û kevir bi kar anîn û di encamê de 15 ciwana birîndar bûn û rewşa du ciwanan giran e."

Dê ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwana berê xwe bidin konê çalakiyê heta cenazeyên şehîdan werdigirin.

(fr)

ANHA