Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn

Şêniyên Tebqayê bi merasîmekê 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê li goristana şehîdên Tebqayê bi bîr anîn.

Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
Şêniyên Tebqa 43 şehîdên mehên Mijdar û Kanûnê bi bîr anîn
15 kanûn, 2021   17:09
TEBQA

Di merasîmê de nûnerên ji rêveberiya sivîl, meclisên leşkerî, partiyên siyasî û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn. Dûvre endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Ereb bixêrhatina beşdaran kir û piştre malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdan pê xistin.

Ji bo bîranîna şehîdan, Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Foze El-Mihemed axivî û teqez kir ku ew ê rêya şehîdan bişopînin.

Li aliyekî din jî endamê rêveber ê Meclisa Leşkerî ya Tebqa Mehmûd El-Elî wiha got: "Bi saya fedekariyên şehîdan û berxwedana hêzên me, rêxistina terorane ku gef li ewlehiya cîhanê dixwar hate têkbirin. Me karî bi berxwedan û vîna xwe, xwe isbat bikira."

Her wiha berdevka Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Neîme Eswed axivî û wiha got: "Em bejna we li hember malbatên şehîdan ditewînin û sebra wan a li hember êşan ji bîr nakin. Em soz didin wan ku dê rêya azadiyê ku şehîdan nexşe kiriye heta welatekî azad berdewam bikin."

Piştre hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hude El-Ewan wiha got: "Em îro ji vir de soz didin şehîd û malbatên wan ku em ê li ser şopa we heta pêkanîna edalet, wekhevî û jiyana azad bimeşin."

Di dawiyê de sinevîzyonek li ser qehremaniyên QSD’ê li eniyan hat pêşkêşkirin.

(fr)

 ANHA