Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşa dirêj a ciwanan bi dirûşmeya "Werin cenga azadiyê" orgenîze kir û piştî ji sê rojan ji meşê ku ji Qamişloyê de dest pê kiriye gihaşt deriyê Sêmalkayê.

Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
Ciwan gihaştin deriyê Sêmalkayê û çekdarên PDK`ê êrişî wan kir
15 kanûn, 2021   15:59
QAMIŞLO

Hezar û 300 ciwanên şoreşger ên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li meşa dirêj a ciwanan bûn. Meş ji bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê dest pê kir û roja çarşemê gihaşt dergeha Sêmalkayê. Ciwanan pankartên "Dem dema azadiyê ye" û "Na ji tecrîda li ser rêbertî re" rakirin.

Çalakgerên li deriyê Sêmalkayê ku bûye 72 roj in protesto dikin, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşmeyan pêwaz kirin.

Dûvre ciwanan berê xwe da deriyê û banga radestkirina cenazeyên şehîdên di kemîna PDK’ê de li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûne, kir.

Çalakvanan deqeyek rêz girt, piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed axivî û got: "Em vê meşa dirêj li rêber Abdullah Ocalan û gerîla pîroz dikin û soz didin gelê xwe ku em ê heta wergirtina cenazeyên li ber xwe bidin."

Hebûn Mihemed ev li gotina xwe zêde kir: "Pêngava "Dem dema azadiyê ye" li dijî hemû komplo û planên faşîzma Tirk û PDK` ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, berdewam e û em xiyaneta PDK`ê şermezar dikin."

Hebûn Mihemed da zanîn ku ew ê pêngav heta gihandina armancên xwe yên wergirtina cenazeyan û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û li dijî xiyaneta PDK`ê piştgiriya gerîlayan were kirin, berdewam bike.

Dûvre ciwanan berê xwe da pira Sêmalkayê da ku helwesta PDK`ê û ranedsetkirina cenazeyên şehîdan şermezar bikin.

Lê çekdarên PDK`ê helwesta welatparêzî û niştimanî ya ciwanan tehemul nekir û bi keviran, bombeyên gazê û guleyan êrişî wan kirin. Di encamê de derdora 15 ciwanan birîndar bûn û rewşa du ciwanan giran e. Ciwanên birîndar rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

 (eh)

ANHA