‘Rêveberiya Xweser ji bo ewlehî û aramiya herêmê bi roleke girîng radibe’

Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê îro li navenda xwe ya li navçeya Amûdê pêşwaziya patrîk Mor Ignatius kir. Patrîk di serdanê de got “Rêveberiya Xweser bersiva daxwazên hemû welatî û gelan dide."

‘Rêveberiya Xweser ji bo ewlehî û aramiya herêmê bi roleke girîng radibe’
15 kanûn, 2021   13:51
QAMIŞLO

Patrîk Mar Ignatius (serokê Dêra Katolîk a Suryanan) serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û dêrên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê kir.

Patrîk ji aliyê hevserokên meclisê Talat Yûnis û Nazîra Gewriya ve tevî hevserokên Desteya Kar û Barên Olî û Baweriyan Sennar Faro û Cûbêr Hito ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de Mor Ignatius got: "Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser bibe sembola nêzîkbûn û hezkirina hemû pêkhate û gelan."

Patrîk piştrast kir ku Rêveberiya Xweser di pêkanîna ewlehî û aramiyê de li herêmê bi roleke girîng radibe û wiha lê zêde kir: "Di serdana me de me dît ku di nava hemû gelên herêmên Rêveberiya Xweser de hesteke aramî û ewlehiyê heye. Rêveberiya Xweser bersiva daxwazên hemû welatî û gelan dide."

Nazîra Gewriya jî bixêrhatina patrîk Mor Ignatius kir û got: "Serdana we piştgiriyê dide projeya Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di navê de cih digirin. Ev projeyeke demokratîk e ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîna hemû pêkhateyan tê birêvebirin."

Her wiha Talat Yûnis jî destnîşan kir ku yek ji girîngtirîn armancên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîna ewlehî û aramiyê li Sûriyê ye û got: "Hevgirtina pêkhateyan bingeha rêveberiya xweser e. Armanca me ew e ku em xizmeta hemû civakê bikin da ku ewlehî û aramiya herêmê pêk bînin."

(dx)

ANHA