Guterres tenê ji bo herêmên dagirkirî banga alîkariyê kir

Sekreterê giştî ya NY'yê pêwîstiya alîkariyê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye paşguh kir û banga alîkariyê tenê ji bo bakurê rojavayê Sûriye (herêmên dagirkirî) kir.

Guterres tenê ji bo herêmên dagirkirî banga alîkariyê kir
15 kanûn, 2021   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi raporekê ji Konseya Ewlehiyê ya NY’yê re diyar kir ku alîkariya mirovî li seranserê sînor ji bo gelê Sûriyê bêyî erêkirina hikumeta Şamê, hîna pêwîst e.

Guterres 6 milyon gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh kir û di rapora xwe de ku duh daye, got alîkariyên ji bo li derdora Idlibê girîng in.

Di meha Tîrmehê de, piştî ku dosya pêşkêşî serokê DYA'yê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hatibû kirin, Konseya Ewlehiyê biryarek da ku bikaranîna dergeha Bab El-Hewa heta 6 mehan dikare bê nûkirin.

(dm)