QSD’ê bersiva îdiayên wezareta parastinê ya Tirkiyê da

QSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyê  ku şervanên QSD’ê li eniyên şer şehîd xistine ne rast in.

QSD’ê bersiva îdiayên wezareta parastinê ya Tirkiyê da
15 kanûn, 2021   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  twîttek belav kir.

Di twîttê de ev hate gotin:

"Îdiayên wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker ku, li roja 6’ê Kanûnê 4, 14’ê Kanûnê jî 3 şervanên me şehîd xistine ne rast in. Hêzên me êrişê ti cîhan nekirine. Yê ku êriş dike û êrişên xwe bi nûçeyên ne rast dixwaze rewa nîşan bide artêşa Tirk a dagirker e."

ANHA