Nûredîn: Ji faktorên girîng ên têkçûna aboriya Tirkiyê, şerê Erdogan ê li dijî kurdan e

Pisporê Karûbarên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn diyar kir ku Şerê ku Tirkiyê û rejîma Recep Tayyîp Erdogan li hemberî Kurdan, li Sûriyê, Iraq, Kafkasya, Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî û gelek deverên cîhanê dimeşînin yek ji girîngtirîn faktorên tinekirina çavkaniyên debarê yên neteweya Tirk in.

Nûredîn: Ji faktorên girîng ên têkçûna aboriya Tirkiyê, şerê Erdogan ê li dijî kurdan e
15 kanûn, 2021   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN- EKREM BEREKAT

Ji ber siyasetên rejîma Erdogan, aboriya Tirkiyê roj bi roj paş dikeve, nirxê lîreya Tirkyê li beramberî dolarê Amerîkayê daket asta xwe ya herî jêr. Pisporê karûbarên Tirkiyê Dr. Mihemed Nûredîn diyar kir ku hilweşîna aboriya Tirkiyê rejîma Erdogan di aliyê siyasî û aborî de lawaz dike û got: "Nemaze ku Erdogan û partiya wî serkeftinên xwe li ser hêza aborî, siyasî û derxistina pirsgirêkan ava kirine."

Mihemed Nûredîn ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku zext, gendelî, têkiliyên nebaş ên bi dewletan re û şerê li derve teqez dê bandore li cihê Erdogan li gel raya giştî bike. Anketên ku hate derketine, teqez dikin ku giraniya partiya Erdogan li beramberî partiyên din bi rêjeyeke mezin paş ketiye."

Nûredîn diyar kir ku Erdogan tiştekî kurdan re nekiriye û got: "Sedema vê yekê du ne, yek ji ber ku di vê yekê de bawer e û nejadperetiya Tirk vê yekê nahêle ku ev yek pêk were. Duyem heger Erdogan tiştekî ji kurdan re bike wê dengên şirîkên xwe yên MHP winda bike."

Hevpeyvîn wiha ye:

Tevî peymanên ku Tirkiyê bi Îmarat û Qeterê re îmze kirin, lê lîreya Tirkiyê ber bi jêr ve diçe. Sedemên rasteqîn ên hilweşandina lîreya Tirkiyê çi ne?

Dihat texmînkirin ku serdana Welîehdê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayîd ji Tirkiyê re hilweşîna nirxê lîreya Tirkiyê li beramberî dolar û aboriya giştî ya Tirkiyê rawestanda, lê normalde, ev serdan dibe ku hin hêvî û baweriyê bide rejîma Erdogan, lê 10 milyar dolarên ku axaftin li ser hatin kirin îstîsmar bûn, ne şandina pereyan ji bo xezîneya Tirkiyê bûn. Ji ber vê yekê her encameke van îstîsmaran demeke dirêj divê ku bi salan be dixwaze. Lê ji ber ku rewş wiha bû, Erdogan serdana Qeterê kir û ji vê serdanê hêvî dikir ku derman ji aboriya Tirkiyê re bibîne.

Qeter hevkarê yekemîn ê Tirkiyê û xelaskirê wê ji aloziyan e. Qeter wê nehêle ku Tirk wisa hilweşe, lê sînor ji xebatên şandina pereyên qeterî ji bo aboriya Tirkiyê re hene. Tevî vê yekê me hilweşîna lîreya Tirkiyê dît ku her 14 lîreyên Tirkiyê li beramberî dolarekî ye. Sedemên vê 3 ne.

Sedema yekemîn gendeliya di nava rejîmê de ye, nemaze ya malbata derdora Recep Tayyîp Erdogan e. 128 milyar dolar winda bûn, tu kes nizane bi ku derê çûn. Ev yek encamên karê simsarî û gendeliya di rejîmê de ne. Sedema duyemîn a ku bandor li aboriya Tirkiyê û aboriyên cîhanî kir; pandemiya vîrusa korona ye. Sedema sêyemîn zextên derve, bi taybet ên Amerîka li ser Erdogan in. Sedemên van zextan jî ew Erdogan lawaz bikin û paşê hewl bidin ku di hilbijartinên serokatiyê yên Hezîrana bê 2023'an de wî bixin.

Her tim Erdogan sedemên hilweşîna aborî dispêre komployan. Lê li ser dijbertiya wî ya li gelê Kurd, xerçkirina bi milyaran dolar di şerî li hemberî Kurdan de li hundirê Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê, hûn çi dibêjin?

Şerê ku Tirkiyê û rejîma Recep Tayyîp Erdogan li hemberî Kurdan, li Sûriyê, Iraq, Kafkasya, Lîbya, rojhilatê Deryaya Spî û gelek deverên cîhanê dimeşînin yek ji girîngtirîn faktorên tinekirina çavkaniyên debarê yên neteweya Tirk in. Helbet ev kêmbûn nayê rawestandin ji ber ku şerê Tirkiyê yên li hemberî kurdan li hundir û derve û li welatên din berdewam in. Bi deh hezaran leşkerên di hundirê Tirkiyê de li dijî kurdan, li derve li bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê), li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bakurê Qibrisê, Lîbya û gelek deverên din çek rakirine. Di encamê de ev yek ji astengiyên ku bandorê li aboriya Tirkiyê dike û tu elaqeya wê bi komployên ku Erdogan qala wê dike, nîne.

 

Her kes dibêje heger dolareke dakeve 10 lîreyên Tirkiyê wê rejîma Erdogan hilweşe. Lê em dibînin dolarek 14 lîreyên Tirkiyê derbas kir û hîna rejîma Erdogan li ser xwe ye. Gelo ev yekê dê çawa bandorê li Erdogan û partiya wî bike?

Axaftina ku heger dolareke dakeve 10 lîreyên Tirkiyê wê rejîma Erdogan hilweşe, zêde ye. Heger nirxê lîreya Tirkiyê bighêje 15 an 16 aboriya Tirkiyê mezin û asta bazirganiya wê ya derve mezin e ku 450 milyar dolar derbas kir.  Berhema neteweyî ne kêmî 700 heta 750 milyar dolar e, ev dikare zextên li ser aboriya Tirkiyê sivik bike. Helbet ev yek bandoreke neyinî li Erdogan dike û wî di aliyê siyasî û aborî de lawaz dike, nemaze ku Erdogan û partiya wî serkeftinên xwe li ser hêza aborî û siyasî û derxistina pirsgirêkan ava kirine. Lê li gel zext, gendelî û têkiliyên nebaş ên bi dewletan re û şerên derve teqez dê bandorê li cihê Erdogan li gel raya giştî bike. Anketên ku hate derketine, teqez dikin ku giraniya partiya Erdogan li beramberî partiyên din bi rêjeyeke mezin paş ketiye.

Li gel rewşa aborî ya hilweşiyayî, gelo Tirkiyê dikare ber bi hilbijartinên pêşwext ve biçe û dê çawa aboriya Tirkiyê bandorê li encamên hilbijartinan bike?

 Li gor anketan, hêza AKP ji sedî 40 heya 30 paşketiye, hêza hevalbendê wê MHP ji sedî ji 13 heta 8 û 9 paşket. Ev derfet nade Erdogan ku derbasî hilbijartinên serokatiyê yên pêşwext bibe. Ji ber ku ev mercên neyinî teqez bandorê li namzetê Tirk dike ku Recep Tayyîp Erdogan wekî serok hilnebijêrin. Hin anket hene dibêjin, ji sedî 64 naxwazin Recep Tayyîp Erdogan bibe serok.

Di encamê de aborî faktoreke girîng e ku bandorê li encamên hilbijartinan dike û nahêle Recep Tayyîp Erdogan biçe mîna van hilbijartinan ku tê wateya hilweşîna wî.

Heger Tirkiya bi kurdan re li hev bike, ev tê wateya agirbestê, ev yek dê çawa bandorê li aboriya Tirkiyê bike?

Em nikarin xwe bispêrin texmînan, lihevkirina Tirkiyê bi kurdan û rawestandina şer. Projeya Erdogan ew ku hewl dide Partiya Demokratîk a Gelan lawaz bike, qedexe bike, ji holê rake, an jî li hundir teşwîqî tevgerên îsyanên cudaxwaz bike û zextê li dengdêrên Kurd bike ku neçin hilbijartinan an jî dengê xwe bidin AKP'ê. Ji ber vê yekê hîpoteza lihevkirina Tirkiyê bi kurdan re, di rewşên wiha de ne mentiqî û ne mumkin e û îhtîmala ku Erdogan tiştekî pêşkêşî kurdan bike û beşek ji daxwazên wan bi cih bîne, îhtîmaleke ne rast e.

Erdogan ji dema ku gihiştiye ser desthilatê ve di sala 2002 û heta niha tiştek pêşkêşî kurdan nekiriye û nikare ne di vê pêvajoyê de û ne jî êvara hilbijartinên serokatiyê de tiştekî pêşkêşî wan bike .

AKP'ê li ser esasê partiyeke îslamî ye û partiyeke neteweyî ye û şirîkê partiyeke neteweyî jî tevdigere.

Erdogan nikare tiştekî pêşkêş kurdan bike, yekem ji ber ku bi vê yekê bawer e û nejadperestiya Tirk nahêle ev yek çêbibe û ya duyemîn heger tiştekî bide kurdan wê dengê hevkarê xwe MHP winda bike.

ANHA