Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Girkê Legê

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan dest bi meşeke dirêj ji Qamişloyê de kir. Her wiha beriya çend kêliyan meşa dirêj a ciwanan gihaşt Girkê Legê.

Meşa dirêj a ciwanan gihaşt Girkê Legê
14 kanûn, 2021   17:39
QAMIŞLO

Di meşê de bi sedan ciwanên şoreşger ên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn. Meş ji Qamişloyê de ber bi deriyê Sêmalkayê ve ya di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de dest pê kiribû ku cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de li Xilîfan de şehîd bûne, wergirin.

Vê êvarê şêniyên Girkê Legê li têketina rojavayê navçeyê pêşwaziya meşa dirêj a ciwanan kir û diruşmên silavkirina hêzên gerîla û ciwanên şoreşger berz kirin. Her wiha beşdaran berê xwe da Qada Şehîd Xebat û ber bi bajarokê Rimêlanê ve çûn û li wir şahiyek li dar xistin.

Tê payîn sibe ciwanan bigihînin deriyê Sêmalkayê.

(fr)

ANHA